Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamên şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê li gel Serokê Parlementoya Tirkiyeyê civiyan. Endamekê wê şandê piştî wê hevdîtinê ragihand ku, wan hevdîtineka girîng û berhemdar kiriye û ji bo pêvajoya aşitiyê damezrandina komîsyona parlementoyê tenê, xwedî wateyeke dîrokî ye.
Endamên Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê îro (Sêşem, 23.12.2025) bi Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Endamê Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê Mîthet Sancar ragihand: “Di warê rewabûna demokrasî, tevlîbûna hemî aliyan, şefafiyet û garantiyê de rola parlemantoyê gelek giring e. Niha qonaxa nivîsandina raporta hevpar e. Hatiye plankririn ku raport meha yekê temam bibe.”
Mîthet Sancar herwesa got: “Ez dikarim wek encamê her du hevdîtinan bibêjem: pêdivîtiyta vê pêvajoyê bi garantiyên qanûnî heye. Piştevaniya civakî giring e. Sîstemeke dadperwer û wekhev ya qanûnî ji bo aştiya civakî gelek giring e. Demokrasî ji bo hemî welat e û Aştî ji bo pirsa Kurdan û hemî deverê watedar e.”
Endama Şanda Îmraliyê Pervin Buldan jî ragihand: “Hevdîtineka baş bû. Di vê proseyê de tiştê giring ev e: lihevhatineka hevpar a îradeya siyasî heye. Aliyê din em xwedîlêderketina parlemantoyê jî ji bo vê pêvajoyê gelek girîng dibînin.”
Pervin Buldan herwesa got: “Rêzdar Kurtulmuş wek serokê komîsyonê xwedî li vê îradeyê derdikeve. Ji bo vê jî, em spasiya wî dikin. Em li bendê ne ku karê komîsyonê naverasta meha çileyê bidawî bibe.”
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê her îro bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re jî civiya. Endamê Şanda Îmraliyê Mîthet Sancar ragihand ku, di Wezareta Dadê de ji bo pêvajoya aştiyê amadekariyên mezin hene û ew dixwazin proseya aşitiyê bi qanûnê garantî û hertimî bikin.
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê, ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Erol pêk tê, gera xwe ya hevdîtinan a bi aliyên siyasî û hikûmî re didomîne.
Şanda navbirî pêştir li roja Duşemê (22.12.2025) saet 12:00 ê nîvroyê bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel re û
saet 16:00 jî bi Serokê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan re civiya.