Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Kampanyaya hilbijartinan bi awayekî asayî tê meşandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Kampanyaya hilbijartinan ji bo gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Îraqê li roja Înê (3ê Cotmeha 2025ê) li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin. Şaxa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan eşkere kir ku, kampanyaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk tê meşandin.
Birêvebirê Şaxa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Merîwan Mihemed îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Heta niha kampanyaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û parêzgeha Hewlêrê bi taybetî bê pirsgirêk û bi awayekî asayî tê meşandin.”
Merîwan Mihemed amaje jî da, “Ji roja destpêkirina kampanyaya hilbijartinan heta îro tu kandîdek li Herêma Kurdistanê nehatiye dûrxistin. Lê qanûna hilbijartinan dibêje ku her kandîdekê di dema meşandina kampanyayê de pabendî yek ji bendan nebe, komîsyon dikare wî dûr bixe.”
Birêvebirê Şaxa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê herwesa got, “Her kandîdekê ku gefan li kandîdekî din bike an jî heqaret bike û her madeyekî din li ser wî bê eşkerekirin, komîte dê li ser wî bê pêkanîn û bi dê rûbirûyî qanûnê bê kirin.”
Kampanyaya hilbijartinan ji bo gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Îraqê li roja Înê (3ê Cotmeha 2025ê) li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin. Partiyên siyasî û namzed dikarin bi eşkereyî di çarçoveya rênimayên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de li tevaya bajar, bajark û deverên Iraq û Herêma Kurdistanê Bangeşeyê ji bo lîst û hejmarên xwe bikin.
Li hemî Iraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, 21 milyon û 404 hezar û 291 welatiyan mafê dengdanê heye, ku 20 milyon û 63 hezar û 773 kes dê tevlî hilbijartinên giştî bibin û 1 milyon û 313 hezar û 980 welatî jî dê tevlî hilbijartinên taybetî bibin.
38 partiyên siyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên kitekesî tevlî van hilbijartinan dibin, 7 hezar û 768 kes jî ji her du zayendan, 5 hezar û 520 mêr û 2 hezar û 248 jin jî dibin namzed.