Balyozê Îtalyayê li Iraqê: Em ji tenahiya Hewlêr û Kurdistanê ecêbgirtî bûne

Niccolo Fontana
Niccolo Fontana

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Îtalyayê li Iraqê got, "Em ji tenahiya Hewlêr û Kurdistanê ecêbgirtî bûne û em dixwazin zêdetir şîrketên Îtalyayî bînin Kurdistanê.”

Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana îro(Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) di çavpêkeftineke taybet de ji Kurdistan24ê re got, "Yek ji erkên min ên sereke wekî Balyozê Îtalyayê li Iraqê ew e ku, em balê bikişînin ser wê yekê ku zêdetir şîrketan bînin Herêma Kurdistanê.”

Niccolo Fontana amaje jî da, “Îtalya di sektora çandiniyê de xwedî bandoreke mezin e. Di destpêka Tîrmeha borî de, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Romayê pêşwaziya şandeyeke Herêma Kurdistanê kir.”

Navbirî eşkere jî kir, “Di wan civînan de bala me li ser wê yekê bû ku, şîrketên Îtalyayî yên girêdayî warê çandiniyê bên Kurdistanê. Em plan dikin ku di çend heftiyên pêş de ew şîrketên Îtalyaî bên Kurdistanê û ew jî şopa xwe li Kurdistanê bihêlin.”

Balyozê Îtalyayê li Iraqê herwesa got, “Dema ku veberhênerên me tên Kurdistanê, bala wan li ser ewlehiyê ye. Bi nerîna Îtalyayê ewlehiyeke pir baş li Hewlêrê û Kurdistanê heye û em jê ecêbgirtî bûne.”

Niccolo Fontana li ser koçberiya neqanûnî jî got, “Derfeta wergirtina vîzeyan ji bo xelkê Kurdistanê heye ku serdana Îtalyayê bikin, xasma jî ciwanên Kurdistanê ku ji bo xwendin û xebatê diçin Îtalyayê, ew kesên ku dikarin xizmeta Îtalyayê bikin.”

Navbirî herwesa ragihand, “Gelek kes li Iraq û Kurdistanê daxwaza vîzeyê dikin û 35% vîzeyan li Kurdistanê tên dayîn, 25% ya wan vîzeyan ji ber kêmasiyên di belgeyan de hatine redkirin.” 

Balyozê Îtalyayê di derheqa hilbijartinên Iraqê de jî got, "Em hêvî dikin ku hilbijartin bînin sedema tenahiyê li Iraqê. Divê Iraq ji her qebxwaziyeke herêmî û şer û aloziyekê dûr be.” Bal kêşa ser wê yekê jî ku, divê Iraqî balê bikişînin ser aboriyê. Herwesa got, “Em hêvîdar in hikûmet zû li Iraqê bê pêkanîn.”

Niccolo Fontana di derheqa demokrasiyê de jî got, "Ez difikirim ku li Iraqê pêdivîtiya demokrasiyê bi demê heye."

 
Fly Erbil Advertisment