Mihemed Hacî Mehmûd: Divê Kurd daxwaza konfederaliyê bikin

Mihemed Hacî Mehmûd
Mihemed Hacî Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê eşkere kir ku, welatên bihêz li piraniya cihan şerên biwekalet dikin. herwesa got, "Aliyên Iraqê hîn jî li ser lidarxistina hilbijartinan guman heye. Eger rewşa herêmê aloz be, dibe ku hilbijartin jî neyên kirin.”

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got: "Aliyên Iraqê hîn jî li ser lidarxistina hilbijartinan guman heye. Eger rewşa herêmê aloz be, dibe ku hilbijartin jî neyên kirin.”

Komên çekdar zêdetir desthilatdarî û mafan dixwazin

Mihemed Hacî Mehmûd tekez kir ku, partiyên siyasî yên Iraqî ne piştrast in ku hilbijartin bên kirin ji ber ku rewşa Iraqê xirab e, herwesa komên çekdar dixwazin zêdetir desthilat li Iraqê hebe.

Amerîka ne ya bawerê ye

Navbirî herwesa got, “Amerîka ne ya bawerê ye, rewşa deverê bi gelemperî aloz e, welatên bihêz li piraniya cihan şerên biwekalet dikin.”

Divê Kurd daxwaza konfederaliyê bikin

Serokê Partiya Sosyal Demokrat herwesa got, “Kurd ji bo guhertinên deverê ne amade ne. Divê Kurd daxwaza konfederaliyê bikin û zû yan dereng ew dê bibin xwedî dewlet.”

Şer û alozî li Sûriyeyê diqewimin

Mihemed Hacî Mehmûd li ser şer û aloziyên Sûriyeyê amaje da, “Astengiya sereke di rêya Ehmed Şera de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, ji ber vê yekê niha nebe jî di paşerojê de şer dê di navbera wan de biqewime.”

Bexda pirsgirêkan ji bo Kurdan çê dike

Navbirî herwesa got, “Her carê li Bexdayê bi awayekî ji bo Kurdan pirsgirêk tên afirandin û mijarên girîng bi cihekî, encûmenekê û dadgehekê tên dan.”

 
Fly Erbil Advertisment