Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê 29 dibistan li Hewlêr vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Cotmehê, di merasîmekê de 29 avahiyên nû yên perwerdehiyê, ku ji 25 dibistan û 4 baxçeyên zarokan pêk tên, li paytext Hewlêrê vekirin.
Li gor amarên Wezareta Perwerdeyê, li Herêma Kurdistanê bi giştî 6 hezar û 844 dibistanên hikûmî û 594 dibistanên taybet hene. Ji wan, 28 dibistanên nû hatine avakirin û karê avakirina 30 dibistanên din jî berdewam e.
Herwiha ji bo dabînkirina pêdiviyên dibistanan, niha Wezareta Perwerdeyê xwedî kargeheke taybet e ku tê de kursiyên xwendinê çêdike.
Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya siyaseta xwe ya girîngîdana bi sektora perwerde û fêrkirinê de, giringiyeke mezin daye binesaziya perwerdehiyê. Di heyama şeş salên borî de, bi dehan dibistanên nû hatine avakirin, bi sedan dibistan hatine nûjenkirin û zanyariyên zêdetirî du milyon mamoste û xwendekaran jî hatine dîjîtalkirin.