DEM Partî: Tirkiye bi îtiraza li dijî biryara Demîrtaş, bêhiqûqiyê didomîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bertekeke tund nîşanî îtiraza Tirkiyeyê ya li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê girtina Selahattîn Demîrtaş de dan.

Tulay Hatîmogullari ragihand, "Îtiraza li dijî biryara DMMEyê, israrkirina li ser neqanûnîbûnê û zerardayîna li aştî û dadweriya civakî ye." Herwiha got: "Ev neh sal in Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bi dehan hevalên wan bi komployekê weke dîl hatine girtin."

Hatîmogullari herwiha da zanîn, ew vê neheqiyê qebûl nakin ku kesên divê beşdarî pêvajoya aştiyê bibin di girtîgehan de bin û wiha pê de çû: "Têkoşîna me ya ji bo aştî, hiqûq û demokrasiyê li dijî van pêngavên antî-demokratîk dê berdewam be û yekane rêya zêdekirina baweriya bi biratiyê, azadkirina hevalên me ye."

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku li gorî biryara dadgeha Ewropayê divê Demîrtaş demildest were berdan, lê Wezareta Dadê li ser berdewamkirina vê bêhiqûqiyê israr dike.

Bakirhan tekez kir: "Weke DEM Partî, em ê heta dawiyê ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên xwe yên ku di doza komploya Kobanê de hatine darizandin, têkoşînê bikin."

Îro 8ê Cotmehê wekî jivanê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rayedarên Tirkiyeyê hatibû diyarkirin, ku Selahhatin Demirtaş azad bikin.

Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yoksadag li roja 4ê Cotmeha 2016ê bi tohmeta tevlîbûna di doza Kobaniyê de hatibûn girtin.

Doza Kobaniyê piştî xwepêşandanên berfireh ên ji bo piştgiriya bajarê Kobaniyê li Cotmeha 2014ê hat destpêkirin ku tundûtûjî jê peyda bûn. Demirtaş bi 42 sal û Figen Yuksekdağ jî bi 32 salên cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Her çend Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sê caran daxwaza berdana Demirtaş kiriye jî, lê ew biryar hîn nehatiye bicihanîn. Tê payîn ku bi destpêkirina pêvajoya aştiyê û avakirina komîsyoneke parlementoyê ji bo pêşvebirina wê pêvajoyê re, hin girityên siyasî bên azadkirin û Demirtaş jî yek ji wan be.

 
 
Fly Erbil Advertisment