Çinîna Birincê Qerejdaxê li Diyarbekirê dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Çinîna Birincê Qerejdaxê ku yek ji remzên Diyarbekirê ye û nîşaneya erdnîgariyê bi dest xistiye dest pê kir û îsal jî Birincê Qerejdaxê yê navdar bi bereket e.

Birincê Qerejdaxê ku cureyek taybet ê birinc e bi rêbaza cuda ya gihandinê xwedî tameke taybet e. Ev birince navdar îsal jî bi bereketa xwe ve hat. Werzê çinîna Birincê Qerejdaxê li Diyarbekirê dest pê kir û çînin bi rêrismeke beşdariya rayedarên dewletê hat kirin. 

Li Diyarbekir li ser 7236 donim zevî birinç hatiye çandin û serê donimê jî kêmzêde 500 kîlo Birincê Qerejdaxê tê bidestxistin ku îsal bo Diyarbekir pêşbiniya 3650 ton Birincê Qerejdaxê tê kirin. 

Wezareta Çandinî û Daristanan îsal bo Birincê Qerejdaxê 549 lîre, bo sala bê jî 697 lîre piştgirî ragihandiye. 

Her wiha li navçeyên wek Erxenî, Rezan, Çermûk, Çinar û Hezroyê di çarçoveya “Projeya Pêşxistin û Belavkirina Birincê Qerejdaxê” de bo 39 hilberîneran li ser 2321 donim zevî 37 hezar kilo tovê Birincê Qerejdaxê hatiye belavkirin ku di vê projeye de %25ê lêçuna ji aliyê hilberîner ve hatiye dayîn yê din jî ji aliyê dewletê ve wek piştgirî hatiye dayîn. 

Birincê Qerejdaxê di sala 1992yê de wek cureyek taybet hatiye pesendkirin û di sala 2018an de jî taybetmendiya Nîşaneya Erdnîgarî standiye.

Di rêrisma çinîna Birincê Qerejdaxê de Cîgirê Parêzgarê Diyarbekirê Azîz Golbaşi, Gerînendeyê Çandinî û Daristanan ê Diyarbekirê Adîl Alan û Qeymeqamê Erxeniyê Nurbakî Yalçin beşdar bûn û Gerînendeyê Çandinî û Daristanan ê Diyarbekirê Adîl Alan amaje kir ku Birincê Qerejdaxê ne tenê berhemek çandiniyê ye di heman demê de nirxek ê herêmê ye û divê em lê xwedî derbikevin û bidin belavkirin û bo alîkariya cotkaran dê li ser alîkariyan berdewam bin û dê bo Birincê Qerejdaxê bibe marqeyek girîng xebatên xwe bidomînin.

 
 
Fly Erbil Advertisment