Erdogan: Hevpeymaniya Tirk, Kurd û Ereban kilîta aştî û aramiya navçeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir, wî bi DEM Partiyê re "qonaxa bê ya pêvajoya aştiyê" gotûbêj kiriye û ji bo Sûriyeyê jî "hevpeymaniya Tirk, Kurd û Ereban" weke kilîta aştiyê bi nav kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 8ê Cotmehê di vegera xwe ya ji Azerbaycanê de ji rojnamevanan re axivî û hem derbarê hevdîtina xwe ya bi DEM Partiyê re hem jî li ser rewşa Sûriyeyê daxuyanî da.
"Em ê ji bo pêşeroja pêvajoyê gavan bavêjin"
Derbarê hevdîtina bi endamên DEM Partiyê re li parlamenê, Erdogan got: "Di destpêka sala nû ya yasadanînê de, me bi beşek ji partiyan re hevdîtin kirin û beşdarbûna wan ji bo me gelekî girîng bû. Wê rojê li parlamenê me bi endamên DEM Partiyê re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de derfeta me çêbû ku em derbarê pêvajoyê de û ka ji bo paşeroja pêvajoyê çi dikare were kirin, guftûgo bikin."
Erdogan herwiha bi awayekî geşbîn axivî û got: "Ez bawer im ku di pêşerojê de dê di pêvajoyê de tiştên baş çêbibin." Herwiha wî wêneyê ku bi nûnerên partiyan re girtibû weke "wêneyê rasteqîn ê Tirkiyeyê û wêneyê yekrêzî û lihevkirinê" binav kir.
"Kilîta aştiyê, hevpeymaniya Tirk, Kurd û Ereban e"
Têkildarî aloziyên li Sûriyeyê, Erdogan helwesta welatê xwe anî ziman û got: "Weke Tirkiye, helwesta me li hember Sûriyeyê zelal e û em ê ti carî rê nedin ku welat bikeve nav bêaramiyê. Em ji nêz ve çavdêriya hemû geşedanan dikin."
Erdogan bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got: "Divê HSD pabendî sozên xwe be û bi Sûriyeyê re bibe yek."
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kir, "hevpeymaniya Tirk, Kurd û Ereban kilîta aştî û aramiya mayînde ya navçeyê ye." Da zanîn jî, yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê xaleke bingehîn e û ew nikarin ti helwesteke li dijî vê prensîbê qebûl bikin.
Erdogan diyar kir, rêveberiya Sûriyeyê jî di mijara yekparçeyiya axa welat de xwedî heman nêrînê ye û Tirkiye dê di piştgiriya gelê Sûriyeyê de berdewam be.