Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê YE pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê, birêz Klemens Semtner û şandeke pê re kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li birêz Semtner kir ji bo destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha, piştgiriya tam a xwe û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkên wî anî ziman.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasî û pêzanîna xwe ji bo amadebûn, rol û alîkariyên Yekîtiya Ewropayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê re dubare kir û amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina hemahengî û hevkariya hevbeş a bi Yekîtiya Ewropayê re di warên cuda de nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Balyoz Semtner, ligel nîşandana kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe, spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgirî û hevkariya wê ya ji bo şanda Yekîtiya Ewropayê li Iraqê. Herwiha wî pesnê rola erênî û serkirdayetiya Nêçîrvan Barzanî da û tekezî li ser berdewamiya hevkariya Yekîtiya Ewropayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, bi taybetî di wan waran de ku ji bo herdu aliyan girîng in.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa alîkariya Ewropayê ji bo pêşxistina aboriya Iraqê, proseya demokrasiyê û hilbijartinên pêşerojê yên Encûmena Nûneran a Iraqê, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û geşedanên dawî yên li navçeyê hat kirin.