Almanya tekezî li ser pêşvebirina peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê Daniel Kreber kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li balyoz kir ji ber destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya tam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkên wî anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Almanyayê daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyên dualî dubare kir.

Di hevdîtinê de herwiha behsa berdewamiya piştgiriya ji bo Pêşmerge, proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hate kirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment