Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê YE tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê Klemens Semtner, tekezî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan de kirin.
Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 8ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Klemens Semtner kir.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr ligel pîrozkirina destbikarbûna balyoz, tekezî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê de kir.
Li gor daxuyaniyê, çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran, beşeke din a gotûbêjên hevdîtinê bûn.