Mihemed Şukrî: Di demeke nêzîk de, piraniya xizmetguzariyên hikûmetê dibin elektronîk

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand, armanca wan a sereke veberhênana li sektora teknolojiyê ye. Herwiha soz da jî ku ew ê piştgiriyeke tam bidin her kompaniyeke biyanî an navxweyî ku bixwaze di vî warî de veberhênanê bike û got, "Di demeke nêzîk de, piraniya xizmetguzariyên hikûmetê dê bibin elektronîk."
Mihemed Şukrî roja 8ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê got: "Veberhênana li teknolojiyê yek ji armancên serekî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Her sektoreke ku veberhênanê li teknolojiyê bike û sûd jê werbigire, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hevkariyê pêşkêşî wê bike."
Serokê Desteya Veberhênanê behsa sûdwergirtina ji teknolojiyê di sektora çandiniyê de kir û got, ji bo ku berhemên çandiniyê yên zêde ji bo navxwe werin bikaranîn an di warên din de sûd ji wan were wergirtin, pêwîstî bi teknolojiyeke nû heye. Herwiha di sektora perwerdeyê de, wî diyar kir ku piraniya dibistanên Herêma Kurdistanê sûdê ji teknolojiyê dibînin û hewl tê dayîn ku xwendekar ji qonaxên destpêkê ve bi teknolojiyê re aşina bibin da ku di pêşerojê de karibin jê sûd werbigirin.
Piştgirî ji bo kompaniyên biyanî û mercê %75 ê karkeran
Mihemed Şukrî tekez kir ku hikûmet piştgiriyeke tam dide wan kompaniyên biyanî ku dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê li teknolojiyê bikin û da zanîn ku berê kompaniyên weke Google amadehiya xwe ji bo damezrandina navendên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan dane.
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku li gor fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, divê her projeyek bi rêjeya %75 derfetên kar ji bo karkerên navxweyî peyda bike. Lê eger projeyek pêwîstî bi pisporên biyanî hebe, ji bo demeke diyarkirî destûr tê dayîn ku proje li jêr vê rêjeyê jî were cîbicîkirin, heta ku welatiyên Kurdistanê şareza bibin.
Di dawiyê de wî got: "Me çend molet dane wan kompaniyên navxweyî ku veberhênanê li bankeya dîjîtal dikin û em alîkariya wan dikin. Herwiha, her kompaniyeke sektora taybet li Herêma Kurdistanê ku bixwaze sûdê ji teknolojiyê werbigire, em ê piştgiriya wê bikin."