Zanîngeha Silêmaniyê du sal in li ser hev pileya yekem li ser asta Iraqê bidest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, zanîngeha wan ji bo sala duyemîn li ser hev, kariye pileya yekem li ser asta hemû zanîngehên Iraqê bidest bixe û bi vê yekê soza ku sala borî dabûn, bicih anîne.
Di konferansê de hat gotin: "Sala borî me ragihand ku Zanîngeha Silêmaniyê cara yekem di dîrokê de li ser asta Iraqê bûbû yekem. Me soz da ku em di heman astê de bimînin û me ew soza xwe jî bicih anî."
Serokatiya Zanîngehê da zanîn, rêzbendî projeyeke girîng e ku zanîngehên cîhanê hewl didin tê de cih bigirin, lê hin rêzbendiyên navneteweyî yên weke "Times Higher Education", "QS" û "Shanghai" hene ku ji ber pîvanên wan ên dijwar û aloz, beşdarbûna di wan de ne hêsan e.
Hat eşkerekirin, sedema serkeftina Zanîngeha Silêmaniyê ya di ketina nav van rêzbendiyên girîng de, vedigere ser damezrandina "Rêveberiya Rêzbendiyê", ku weke yekem rêveberiya bi vî rengî li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê tê dîtin.
Vê rêveberiyê di heyama du salên borî de karên girîng pêk anîne, ku ev yek bûye sedem da ku Zanîngeha Silêmaniyê di rêzbendiyên bi bawer de, di nav de "Times Higher Education", pêgeha xwe bihêz bike.