Ete: Divê Tirkiye, Sûriyeyê ji bo têkdana pêvajoya aştiyê neke bihane

Enqere (K24) – Li Enqereyê li Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn panêlek hate lidarxistin. Di panêlê de karvedanên proseya aştiyê li ser Rojhilata Navîn ku li Tirkiyeyê destpêkiriye bi berfirehî hate gotûbêjkirin. Akademîsyen û pisporan balkişand ser proseya ku li Sûriyeyê birêve diçe taybetî di navbera HSDê û Hikumeta Sûriyeyê de û têkilî vê bandora wê li ser proseya ku li Tirkiyeyê birêve diçe.

Li Tirkiyeyê li aliyekî proseya aştiyê di asta komisyonê de li parlamentoyê birêve diçe û li aliyekî din jî Tirkiye her bangên xwe yên bo tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokrat bo Artêşa Sûriyeyê dubare dike. Di vê çarçoveyê de jî li Enqereyê li Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn(ORSAM) panêlek bi navê “Tirkiyeya Bêteror û Karvedanên wê yê Herêmî birêve çû. Di panêlê de beşdaran da zanîn ku proseya aştiyê ya Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ye û Tirkiye rewşa heyî ya Sûriyeyê ji gefekê zêdetir weke fersendekê bi kar anî ye ku proseya aştiyê di vî warî de daye destpêkirin.

Akademîsyenê Zanîngeha Yildirim Beyazitê a Enqerê Hatem Ete ji K24ê re got:  “Tirkiye di avêtina gavên yaseyî yên ji bo çekdanîna PKKê û gavên destûrî ku bi Pirsa Kurdan re eleqedar e de demê dirêj dike. Bi vê, zextê li PKKê dike ku pozisyona wê a li Sûriyê lawaz bike. Lê li Sûriyeyê xwestekên wê neyên bi cîh jî dê rêya pêşî tercîh neke. Sûriye guherî û biya min dê proseya Sûriyeyê ne li gorî daxwazên HSDê û ne jî li gorî yên Tirkiye bê encamdan. Loma divê Tirkiye jî Sûriyê neke hincet û proseya naxwe têk nebe.”

Rêveberê Giştî yê Navenda Lêkolînên a Rawestê Roj Gîresun jî gotarek parve kir û got ger proseya li Tirkiye di asta hemwelatîbûna wekhev, entegrasyon û mafên demokratîk de birêve biçe ev yek ji bo welatên din jî dikare bibe modelek. Pisporê ORSAMê jî dibêje ger proseya li Sûriyeyê hilweşê dê ev bandoreke neyînî li ser proseya Tirkiyeyê bike.

Koordînatorê Beşa Levantê yê ORSAMê Oytun Orhan dibêje:  “Li Sûriyê meseleya HSDê bi politîkayên Emerîka, Îsraîlê û navxwe ve girêdayî ye. Ger biserketinek pêk neyê û HSDê bi awayekî xweser li Rojhilatê Feratê rêveberiyeke otonom bi dest bixe dê ev bandoreke neyinî li ser proseya Tirkiyeya Bêteror bike. Proseya Çareseriyê ya yekemin jî biya min ji ber bihêzbûna HSD ango YPGê têk çû ku Tirkiye ev ji bo xwe metirsîdar dît. Lê meseleya Sûriyeyê di rêyeke erênî de pêşve diçe. Ger li Sûriyeyê çareseriyek peyda bibe jî dê proseya Tirkiyeya Bêteror rihettir, bibe xwedî derfeta ku biser keve.”

Herwiha piştî gotarên akademisyen û pisporan panêl bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

 
Fly Erbil Advertisment