Konsulê Îranê: Pêşbîniyên me ji Herêma Kurdistanê rast derketin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Îranê li Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de di asta herî bilind de ne.
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê Feramerz Esedî îro (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Li herdu aliyên vî sînorî, du netewe najîn, belkî yek netewe ne, ev jî bûye sedema wê yekê ku têkiliyên di navbera wan de zêdetir pêş bikevin."
Konsulê Giştî yê Îranê herwesa got, “Gelê herdu aliyên vî sînorî têkiliyên xizmatiyê hene û di mijarên siyasî de jî, têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re niha di asta herî bilind de ne.”
Feramerz Esedî amaje jî da, “Wekî ku hûn dizanin, dema ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Tehranê dikin û berpirsê siyasî û îdarî yê herî bilind ê Îranê, ku Serok Mesûd Pizîşkiyan e, serdana Herêma Kurdistanê dike, ev bi xwe diyar dike ku têkiliyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di çi ast de ne.”
Navbirî herwesa ragihand ku, welatê wî di şerê 12 rojî yê ligel Îsraîlê de sê pêşbînî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên wê dikirin, ku her sê jî bi awayekî erênî hatin bicîhanîn.
Konsulê Giştî yê Îranê eşkere jî kir, “Yek ji wan pêşbîniyan jî ew bû ku, medyaya Herêma Kurdistanê, ku yek ji wan jî Kurdistan24 bû, di romalkirina wî şerî de bêalî man û tenê nûçe veguhastin.”
Feramerz Esedî herwesa got, "Hêviya me ji Herêma Kurdistanê wekî cîran, bira û hevpeymana me ew bû ku di 12 rojên şer de nebe çavkaniya êrîşê li ser Komara Îslamî ya Îranê. Eger em rastiyê bibêjin, ew bi temamî li ber çavan hat wergirtin û mafê cîrantiyê bi temamî hat bicihanîn.” Herwesa got, “Em dixwazin spasiya Kurdistan24ê û medyaya Kurdistanê bikin, ku bi awayekî bêalî ew şer romal kir û tenê nûçe veguhastin."