YNKê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir

Silêmanî
Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, ji ber bizavên wî yên ji bo rakirina dorpêça li ser Balafirxaneya Silêmaniyê.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî duhî (Pêncşem, 9ê Cotmeha 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got, "Em spasiya bizavên Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê dikin û em ji ber nûçeya bidawîkirina dorpêça li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê kêfxweş in.”

Ew jî di demekê de bû ku, çavkaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî ji Kurdistan24ê re ragihandibû, “Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryar da ku dorpêça li ser Balafirxaneya Silêmaniyê rake û careke din dest bi geştên asmanî yên Ewropa û Tirkiyeyê ji bo Silêmaniyê bê kirin.”

Berpirsê Ragihandinê yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re got, “Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re li ser rakirina dorpêçên li ser Balafirxaneya Silêmaniyê axivî, Serokkomarê Tirkiyeyê soz daye ku wê pirsgirêkê çareser bike.” Herwesa got, ““Ev nîşaneke dilxweşker e û em li benda nûçeyên xweş in.”

Tirkiyeyê li destpêka sala 2023ê biryara rawestandina geştên xwe ji bo Balafirxaneya Silêmaniyê da, bi hinceta hebûna xetereyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wê deverê.

Serokê Rêkxistina Çavê Kurd a Lêkolînên Siyasî Dilşad Namiq jî di wî warî de ji Kurdistan24ê re ragihandibû, “Ev nêzî çar mehan e ku PKKê biryar daye çekan deyne û tu operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li wan deveran nîne ku PKKê cihên leşkerî lê hene, lewma divê dorpêça li ser wê balafirxaneyê bê rakirin.”

 
Fly Erbil Advertisment