Li Rojhilatê Kurdistanê bi pîrozkirina Mihrîganê, banga tomarkirina Şikefta Kereftû hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şikefta dîrokî ya Kereftû ya li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, merasîmek bi boneya salvegera tomarkirina Cejna Mihrîganê di lîsteya mîrateya çandî ya cîhanî de hat lidarxistin. Di merasîmê de bang hat kirin ku Şikefta Kereftû bi xwe jî weke şûnwarekî kevnar ê Kurdewarî û şaristaniya mirovahiyê bikeve lîsteya UNESCO'yê.
Bi boneya yekemîn salvegera tomarkirina Cejna Mihrîganê di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO'yê de, li Şikefta Kereftû ya li nêzî Dîwandereyê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin. Sala borî, Cejna Mihrîganê ku yek ji cejnên herî kevnar ên Kurdewarî ye, weke mîrateyeke çandî ya mirovahiyê hatibû tomarkirin. Organîzatorên merasîmê, ligel pîrozkirina vê destkeftê, daxwaz kirin ku Şikefta Kereftû jî weke şûnwarekî bêhempa yê jiyana mirovahiyê di lîsteya mîrateya cîhanî de cihê xwe bigire.
"Em dixwazin Kereftû bi cîhanê bidin nasîn"
Çalakvanê çandî Dawud Pûrehmed ji Kurdistan24'ê re ragihand: "Dîroka Şikefta Kereftû gelek kevn e, lê em dixwazin navê wê bikeve lîsteya şûnwarên cîhanî. Her kesî û medyayê bihîstiye ku şikeftek heye, lê nedîtine ku şikefteke bi vî rengî ya ji çar tebeqan pêk tê di navbera Dîwandere û Seqizê de hebe."
Ji bo piştgiriya vê daxwazê û pîrozkirina Cejna Mihrîganê, hejmareke mezin a komên hunerî û tenbûrjen ji parêzgehên wek Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Hemedan û Zencanê beşdarî merasîmê bûn.
Serperiştê Koma Tenbûrjenan a Şaho û Dalahû Ferox Yadgarî got: "Ev karê me rêzgirtinek bû ji çanda me bi xwe re, bi taybetî ji bo şûnwarekî dîrokî. Me weke tenbûrjenên Dalahûyê xwest em beşdarî vê merasîmê bibin. Carinan em bi 100 heta 200 jeniyaran beşdarî hemû merasîmên Kurdî dibin."
Çalakvana çandî Sergul Muradî jî got: "Ev karê ku hûn dibînin, çanda Kurdî bi cîhanê û bi bajar û neteweyên din dide nasîn. Şikefta Kereftû xwedî dîrokeke çend hezar salî ye."
Cejna Mihrîganê: Cejna Ronahî û Berhemdariyê
Cejna Mihrîganê yek ji kevintirîn û mezintirîn cejnên Kurdewarî ye ku ji bo spasîkirina "Mihr" ango "Mîtra", xwedayê ronahiyê, yarî û peymanê, tê pîrozkirin. Ev cejn ku wek Cejna Newrozê girîng e, sembola têkiliya mirov bi hev re û bi xwezayê re ye. Mihrîgan di destpêka payîzê de ji bo şukraniya dexl û dan, fêkî û nîmetên ku xwedê dane mirovan, dihate pîrozkirin. Her wiha ew cejna serketina qenciyê li ser xirabiyê, wekheviya mirovan û komkirina berhemên çandiniyê bû.