Zeytûnên Şêxanê: Xelata Yekem li Iraq û Kurdistanê wergirtiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Dekanê yê ser bi navçeya Şêxanê ve, werzê çinîna zeytûnan dest pê kiriye. Zeytûnên vî gundî, bi mezinahî, reng û tama xwe ya taybet, li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî navûdengeke mezin e û di gelek festîvalan de xelata pileya yekem bidest xistiye.
Li gundê Dekanê, cotkar bi kelecaneke mezin mijûlî çinîna berhemê xwe yê îsal in. Ev zeytûn ne tenê ji bo cotkaran, lê ji bo tevahiya herêmê bûye semboleke kalîteyê.
Newzad Dekanî, yek ji cotkarên gund, kêfxweşiya xwe bi berhemê îsal tîne ziman û ji K24'ê re got: "Nêzîkî du-sê hefte ne me dest bi çinîna zeytûnan kiriye. Zeytûnên me li ser asta Kurdistan û Iraqê bi navûdeng in. Zeytûneke taybet e û ji bo her tiştî tê bikaranîn, him ji bo xwarinê û him jî ji bo zeytê."
Yek ji taybetmendiyên zeytûnên Dekanê, kevnarbûna darên wê ye. Secdullah Hesen, cotkarekî din ê gund, dibêje: "Zeytûnên me li vir gelek kevn in, em dikarin bibêjin dîrokî ne. Gelek dar hene ku temenê wan sed sal e. Berhemê me ji bo tevahiya Kurdistan û Iraqê diçe, têne vir û daxwazeke mezin li ser heye."
Ji ber vê daxwaza zêde, cotkarên gund sal bi sal hejmara daran zêde dikin û di bazaran de ev berhem weke "kelûpeleke şişeyî" ya bi nirx tê parastin.
Xelata Pileya Yekem li Ser Asta Iraqê
Rêveberiya Çandiniyê ya Şêxanê jî piştrast dike, zeytûnên Dekanê ji ber keşûhewa û axa wê ya guncaw, yek ji baştirîn cureyan e.
Berpirsê Baxçevaniyê yê Çandiniya Şêxanê Enwer Xidir dibêje: "Zeytûnên Dekanê berhemeke gelek baş e. Berhemê zeytûnên vî gundî, çendîn caran beşdarî pêşangeh û festîvalan bûye û li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê pileya yekem bi dest xistiye."
Li gundê Dekanê zêdetirî pênc hezar darên zeytûnan hene û berhema wan a salane digihîje ser hezar tonî. Ji ber rengê xwe yê ciwan, nirxê her kîloyekê bi xavî di navbera 1500 heta 2000 dînarî de tê firotin.