Mar Nîqudîmus Dawid: Spas ji bo Mesrûr Barzanî ku ji me hez dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Dêra Ûm Nûrê li bajarkê Enkaweyê vekir. Metranê wê derê jî spasiya wî kir û got: “Min spasiyên taybet ji Mesrûr Barzanî re hene, ku ji me hez dike û em jî ji wî hez dikin.”

Metranê Dêra Ûm Nûrê Mar Nîqudîmus Dawid Metî Şeref îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) di merasîma vekirina Dêra Ûm Nûrê de ragihand: "Rast e ku em demekê dirêj li bendê man, lê ew bendeman berhemdar bû û me di dawiyê de ev bedewiya mezin dît. Xudê li wan cihên pîroz ên ku navê wî lê tê bilindkirin hejî hemî pesnan e."

Mar Nîqudîmus Dawid herwesa got: “Min spasiyên taybet ji Mesrûr Barzanî re hene, ku ji me hez dike û em jî ji wî hez dikin.”

Navbirî tekez jî kir: “Îro, di dilê Enkaweya bihadar de, em hemî şahidên bûyereka dîrokî û bêhempa di dîroka Dêra Rojhilatê de ne, ku vekirin û pîrozkirina vê platforma baweriyê ya Dêra Ûm Nûrê ye.”

Metranê Dêra Ûm Nûrê amaje jî da: “Ev avahî ne tenê komeka keviran e ku li ser hev hatine danan, lê sembola hêstirên kombûyî, birînên neçarekirî û êşê ye, ku li ser vê axa pîroz a Enkaweyê bûne sembola rabûnê.”

Navbirî eşkere jî kir, “Vê axê kur û birayên xwe yên ji Mûsil, Kerkûk û hemî deverên Iraqê hembêz kirin, piştî ku terorê ew ji rih û rîşalan hilkêşan, dêrên wan şewitandin û cihên wan ên peristinê wêran kirin."

Metranê Dêra Ûm Nûrê herwesa got: “Îro miriyên me ji bin wê xweliyê radibin û xaçên xwe hildigirin û tekez dikin ku, ew mala Xudê ji nû ve ava dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Cotmeha 2025ê) Dêra Ûm Nûrê li bajarkê Enkaweyê vekir.

Dêra Ûm Nûrê li ser rûberê şeş hezar metran û bi çar milyar û 290 milyon dînaran li Enkaweyê hatiye çêkirin û cihê hezar kesan tê ve dike.

Bajarkê Enkaweyê yekane bajarkê Herêma Kurdistanê ye ku tu komelgeh û gundên wê tune ne û li navenda bajarê Hewlêrê ye.

Enkawe bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2014ê bûye bajark. Piraniya şêniyên wî bajarkî Kildanî û Asûrî ne, ku piraniya wan girêdayî Dêra Katolîk a Kildanî ne.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment