Serok Barzanî: Hêvîdar im ev hilbijartin derfeteke nû bîne pêşiya tevahiya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro 12ê Cotmeha 2025an li Hewlêra Paytext, bi awayekî fermî dest bi bangeşeya xwe ya ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê kir.

Merasîma destpêkirina bangeşeyê li Hola Seid Ebdullah birêve diçe. Di merasîmê de, ji bilî Serok Barzanî, herdu Cîgirên Serokê PDKê, endamên Polîtburoyê û Encûmena Serkirdetiyê, ligel berbijêrên partiyê yên ji bo parlamentoyê amade ne.

Ev çalakiya destpêkê weke kernevaleke cemawerî ji bo piştgiriya lîsteya PDKê ya bi hejmara 275an tê lidarxistin û tê payîn ku di rojên pêş de çalakiyên bangeşeyê li seranserê herêmên din jî berdewam bikin.

Xalên Sereke yên Gotara Serok Barzanî:

Serok Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û di destpêka axaftina xwe de got: "Ez xwe gelekî bextewar dibînim ku îro ji bo bangeşeya hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê bi we re kom dibim." Herwiha destnîşan kir ku her hilbijartinek girîng e û di rewşeke cuda de tê lidarxistin.

"Hebûna Ereb û Tirkmenan Hêza PDKê Geş Dike"

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi hebûna pêkhateyên Ereb û Tirkmen di nav lîsteya PDKê de anî ziman û got: "Min bihîstiye ku beşeke mezin ji xwişk û birayên me yên Ereb û Tirkmen di çarçoveya lîsteya 275an a PDKê de ne. Ez dixwazim kêfxweşiya xwe ya mezin diyar bikim. Hebûna wan, bingehên partiyê geş dike, hêza partiyê zêde dike û rêbaza rast a Partiya Demokrat a Kurdistanê nîşan dide."

"Ji bo Hemû Iraqê Kar Bikin"

Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziyê kir û ji berbijêran re got: "Hebûna we di vê lîsteyê de, hêzeke din li hêza Partiya Demokrat a Kurdistanê zêde dike. Ez şîretê li we hemûyan dikim ku hûn wek yek dest kar bikin ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê û mafê her takekesekî Iraqî. Xwe ne tenê wek nûnerê Herêma Kurdistanê, lê wek nûnerê hemû parêzgehên Iraqê bibînin."

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser serxistina lîsteyê û got: "Ya girîng ew e ku lîsteya 275an ser bikeve. Eger lîste ser bikeve, tê wateya ku hûn hemû serketî ne. Pêwîst e bala we li ser serxistina lîsteyê be."

"Hevbeşiya Me Bû Enfal û Kîmyabaran"

Serok Barzanî bi kurtî vegeriya ser dîroka damezrandina dewleta Iraqê û wiha axivî: "Dewleta Iraqê li ser wê bingehê hat damezrandin ku Kurd û Ereb hevbeş bin... lê mixabin, em ne tenê nebûn hevbeş, mafê me yê welatîbûnê jî nebû. Piştî wê, mafê me yê jiyanê jî nema. Hevbeşiya me bû Enfal, kîmyabaran û wêrankirina gundên me. Ji wê jî xemgîntir, piştî sala 2003an, li şûna ku qerebûya wan qurbaniyan bidin, nanê mal û zarokên enfalkiriyan û kîmyabarankiriyan birîn."

"Hêvîdar im Şaşî Dubare Nebin"

Serok Barzanî hêvî xwest ku ev hilbijartin derfeteke nû ji bo tevahiya Iraqê pêk bîne û got: "Êdî ew şaşiyên ku hatine kirin, çi ji aliyê Herêmê ve be, çi ji aliyê Iraqê ve be, dubare nebin."

Herwiha got: "Tevî hemû zilm û zordariya ku li gelê Kurdistanê hat kirin, lê wan bi mêranî û serbilindî li meydanê sekinîn, xwe netewandin û berevaniyeke mêrxasane li maf û hewildanên xwe kirin. Her derfeteke aştiyê ku ketiye ber destê wan, ji dest nedane... lê mixabin di encamê de cardin şer dest pê dikir, ji ber ku baweriya wan bi maf, pêkvejiyan û demokrasiyê nebû."

Serok Barzanî bal kişand ser dirûşma Şoreşa Îlonê û wiha got: "Dirûşma Şoreşa Îlonê wê demê (Demokrasî ji bo Iraqê, Otonomî ji bo Kurdistanê) bû. Teşxîsa Partiyê di wê serdemê de gelek rast û durist bû. Eger demokrasî li Iraqê nebe, ne Kurd, ne Ereb, ne Tirkmen û ne jî ti dîn û mezhebek nikare bi mafên xwe şad bibe."

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got: "Divê demokrasiyeke rastîn hebe, wê demê maf jî dê misoger bibin. Tevî hemû tawanên ku derheqê gelê Kurdistanê de hatin kirin, lê dema ku derfet ji bo gelê Kurdistanê çêbû, wan bi awayekî mêranî û mirovdostane tevgeriyan. Di sala 1991ê de dema du feyleqên artêşa Iraqê teslîm bûn, ew herdu feyleq bûn ku Enfal û wêrankirina gundan li ser destê wan pêk hatibû, lê ziyan negihişt yek kesî ji wan û hemû hatin azadkirin. Ev yek bû sedem ku ez bi xwe, ji her demê zêdetir, şanaziyê bi wê yekê bikim ku ez yek ji vê netewe û vî miletî me."

"Derfeta Zêrîn a 2003an ji Dest Çû"

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de wiha axivî: "Derfeta zêrîn sala 2003an bû. Wê salê rejîma Beisê hilweşiya û derfeteke zêrîn ji bo tevahiya gelê Iraqê hat pêş. Em bi nêtemeke pak û îradeyeke gelek bihêz çûn Bexdayê da ku em hemû bi hev re, li ser bingeha (hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê), Iraqeke nû ava bikin. Me bi hemû hêza xwe hewl da ev Iraq were avakirin heta ku di sala 2005an de em gihiştin destûrê. Kes bi qasî me bi vê destûrê newestiya."

Herwiha da zanîn: "Wê demê dema ez vegeriyam Kurdistanê, min got: Spas ji bo Xwedê destûr temam bû. Ne destûrek e ku hemû daxwazên me pêk anîbe, lê eger em bi awayekî mentiqî lê binêrin, destûreke gelek baş e û heta asteke mezin mafên me misoger dike. Bê kêmasî nîne, lê aliyên wê yên erênî ji yên neyînî gelek zêdetir in. Eger ev destûr bihata cîbicîkirin, Iraq nedikete nav gelek ji van pirsgirêkan û gelek arîşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de jî çênedibûn, lê mixabin pê pabend nebûn."

"Yasaya Niha ya Hilbijartinê Ne Dadperwerane ye"

Serok Barzanî her wiha behsa yasaya hilbijartinê kir û got: "Her çend yasaya ku niha hilbijartin pê tê kirin ne dadperwerane ye û mafê her aliyekê li gorî mezinahî û giraniya wê nade, lê belê sînordar e. Ji ber vê yekê em hêvîdar in û di hilbijartinên pêşerojê de divê ev yasa were guhertin."

Serok Barzanî peyamek da aliyên li Bexdayê û got: "Ez dixwazim bîra wan kesên ku li Bexdayê dijî Herêmê bûn û pêşbirk dikirin ka kî dê zêdetir dijminatiya Herêmê bike, bixim ku çend bendên destûrê hene. Bila ew wan bendan bixwînin, wê demê dê bizanibin ka gelo Herêmê serpêçî kiriye, yan neheqî li Herêmê hatiye kirin."

Serok Barzanî Bendên Destûrê Tîne Bîra Bexdayê

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de peyameke tund da wan aliyên li Bexdayê ku li dijî Herêma Kurdistanê kar dikin û got: "Ez dixwazim bîra wan kesên ku li Bexdayê dijî Herêmê bûn û pêşbirk dikirin ka kî dê zêdetir dijminatiya Herêmê bike û ziyanê bigihîne wê, bixim ku çend bendên destûrê hene. Bila ew wan bendan bixwînin, wê demê dê bizanibin ka gelo Herêmê serpêçî kiriye, yan neheqî li Herêmê hatiye kirin."

Wî bal kişand ser çend madeyên destûrê û got: "Di madeya yekem a pêşekiyê de tê gotin (العراق دولة اتحادية), wateya vê ew e ku Iraq dewleteke federalî ye, ne dewleteke navendî. Li gorî destûrê, piştî sala 2003an dewleta navendî nema. Her tevgereke bi şêwazê dewleta navendî, neyasayî û nedestûrî ye. Her wiha, madeya sêyem dibêje (العراق بلد متعدد القوميات و الاديان و المذاهب), ev jî tê wateya ku Iraq bi yek pêkhateyê nayê birêvebirin û divê hemû pêkhate hevbeş bin."

"Sûcê Pirsgirêka Neftê li Bexdayê ye, Ne li Herêmê ye"

Serok Barzanî amaje bi pirsa neft û gazê kir û madeyên 111 û 112 anîn ziman. Wî bi taybetî tekezî li ser peyva "(معاً - bi hev re)" di madeya 112an de kir û got: "Hefteyekê gotûbêj li ser wê yekê bû ku gelo (بالتنسيق - bi hemahengiyê) be yan (معا). Lê (معا) hat pesendkirin. Wateya vê ew e ku her tiştê tê kirin, divê bi hev re be. Nabe wezîrê neftê yan wezîrekî din li gorî dilê xwe biryarê bide. Herêm bi vê yekê pabend bûye, lê aliyên din pê pabend nebûne."

Serok Barzanî behsa hewlên berê yên ji bo çareseriyê kir û wiha axivî: "Di Sibata 2007an de, li Pîrmamê bi amadebûna balyozên Amerîka û Brîtanyayê, em gihiştin rêkeftineke birêkûpêk ji bo yasaya neft û gazê. Ew yasa çû Encûmena Wezîran a Iraqê, lê wezîrekî gotibû 'Kurd nikarin cudahiya di navbera av û neftê de bikin' û wan nehişt ev yasa derbas bibe. Ji ber vê yekê, eger pirsgirêkek derbarê neft û gazê de derketiye, sûcê wê li Bexdayê ye, ne li Herêmê ye."

Di dawiyê de, Serok Barzanî got: "Niha jî ew rêkeftina ku di navbera Hikûmeta Herêmê, Hikûmeta Federal û kompaniyan de hatiye kirin, ez hêvîdar im berdewam be û bibe sedem ku yasaya neft û gazê di zûtirîn dem de were derxistin. Ti dudiliya me nîne û em ji bo vê rêkeftinê amade ne."

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment