Trump gihîşt Televîvê
Îsraîl û Misir Trump xelat dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê gihîşt Televîva paytexta Îsraîlê û Serokwezîrê Îsraîlê li Balafirxaneya Bin Goryonê ya wî welatî pêşwaziya wî kir. serokê Amerîkayê paştir diçe Misirê û li wê derê tevlî Lûtkeya Şerm Şêxê dibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gihîşt Televîva paytexta Îsraîlê û li Balafirxaneya Bin Goryonê bi awayekî fermî ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve pêşwaziya wî hat kirin.
Serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Şerm Şêxê de ye, ji bo bidawîkirina şerê dusalî yê di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên Tevgera Hamasê de.
Herwesa biryar e di vê serdana Serokê Amerîkayê ji bo Televîvê de, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog jî dê ji bo rola wî di azadkirina rehîneyan û bidawîkirina şerê Xezzeyê de medalyaya sivîl a herî bilind a Îsraîlê pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump bike.
Herzog di ragihandinekê de got: "Rola mezin û bêdawî ya Serok Trump ne tenê dê hezkiriyên me vegerîne welatî, lê bingeha qonaxeke nû li Rojhilata Navîn li ser bingeha hevkarî, ewlehî û hêviya rastîn ji bo paşerojeka pirî aştî jî danaye."
Navbirî herwesa amaje jî da: “Ji bo min şerefeka mezin e ku ez Medalyaya Rûmetê ya Serokatiya Îsraîlê pêşkêşî Serok Trump bikim.”
Piştî Televîvê, Donald Trump dê biçe Misirê da ku tevlî lûtkeya Şerm Şêxê bibe. Biryar e ku di serdana xwe ya Misirê de ji aliyê Serokê Misirê Ebdilfetah Sîsî ve Medalyaya Nîlî pêşkêşî wî bê kirin, ku wekî rêzgirtina herî bilind a dewleta Misirê tê naskirin.