Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî nefta spî tê belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nefta spî li ser welatiyan tê belavkirin.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) ragihand: “Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya lijneyên birêvebiriyên xwe yên neft û kanzayan li parêzgeh û birêvebiriyên serbixwe, belavkirina nefta spî li ser welatiyan ji bo zivistana îsal (2025-2026) ragihand, ku dê ji bo her malbatekê 200 lîtrên neftê bên belavkirin.”

Wezaretê navbirî herwesa got: “Wekî pêngava yekê, belavkirina nefta spî li deverên çiyayî yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Dihokê û birêveberiyên serbixwe yên Soran, Raperîn, Germiyan û Zaxoyê dê bê destpêkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment