Parêzgarên Hewlêr û Şirnexê ji bo xurtkirina têkiliyan civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya şandeyeka pilebilind a Şirnexê kir, ku Parêzgarê Şirnexê bi xwe serokatiya dikir. Paşê herdu aliyan di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de bal kêşa ser planên xwe yên ji bo pêşxistina têkiliyan di warên cuda cuda de.

Parêzgarê Hewlêrê ragihand: "Civîna me bi armanca pêşxistina têkiliyên me yên bazirganî, çandî, wêjeyî û zanistî ye, bi taybetî jî di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de. Me herdu aliyan jî têkiliyên dîrokî û stratejîk ên di navbera xwe de bilind nirxandin."

Omêd Xoşnaw girîngiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê tekez kir û got: "Pêvajoya aştiyê yek ji mijarên girîng e. Herêma Kurdistanê li ser asta bilind û bi rêya Serok Barzanî her gav tekez kiriye ku ew pareke girîng û piştgir a vê pêvajoyê bûye. Ev jî yek ji mijarên nîqaşên me bû.”

Navbirî amaje jî da ku, ev cara yekê ye ku Parêzgarê Şirnexê serdana Hewlêra paytext dike û wan li ser berdewambûna danûstandinan û serdankirina wekhev ji bo Şirnexê li hev kir.

Parêzgarê Şirnexê Birol Ekici jî ji aliyê xwe ve ji bo vexwendinê spasiya Parêzgarê Hewlêrê kir û got: "Ez silavên welatiyên Şirnexê digihînim we û ji bo pêşketin û keskbûna ku bajarê Hewlêrê bi dest xistiye jî pîrozbahiyê li Parêzgarê Hewlêrê dikim. Bajarê Şirnexê jî yek ji wan bajaran e yên ku ni lez pêş dikeve."

Birol Ekici bal kêşa ser girîngiya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Pêşxabûr) û ragihand: "Ev derî, ku li nêzîkî bajarê me ye, yek ji deriyên navneteweyî yên herî girîng e ku her salê bi bihayê 17 milyar dolaran lihevguhertina bazirganî lê tê kirin. Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku, vê rêjeyê bigihîne 30 milyar dolaran.”

Navbirî eşkere jî kir: “Her rojê nêzîkî çar hezar kamyonan û zêdetirî deh hezar welatiyan di vî derî re derbaz dibin.”

Biryar e ku Parêzgarê Şirnexê bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani re jî bicive.

 
Fly Erbil Advertisment