Serokê HUDA PARê dê bi şandeya Kurtulmuş re serdana Şaredariya Diyarbekirê bike

Diyarbekir (K24) – Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR), Zekeriya Yapicioglu, dê di çarçoveya serdaneke fermî de, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bike, ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin. Ev serdan ku di dîrokê de yekem car e pêk tê, weke pêngaveke siyasî ya girîng tê dîtin. Yapicioglu, weke endamekî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, dê di 17ê Cotmehê de ligel Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş serdana Amedê bike.

Biryar e di 17ê Cotmehê de Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ku di heman demê de Serokê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî ya Biratî û Demokrasiyê" ye, serdana Amedê bike. Di serdanê de, endamên komîsyonê jî dê amade bin, ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî yek ji wan e.

Di çarçoveya serdanê de, şande dê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bike. Ev yek di dîrokê de dibe cara yekem ku Serokê HUDA PARê bi awayekî fermî serdana şaredariyeke ku di destê DEM Partiyê (û partiyên beriya wê) de ye, bike.

Yapicioglu: "Komîsyon ji bo çareseriyê hêviyê dide min"

Derbarê serdanê û armancên komîsyonê de, Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji K24ê re axivî û got: "Em ê serdana şaredariyan û saziyên civaka sivîl bikin. Di rojên pêş de dê hûrgilî zêdetir eşkere bibin. Ev komîsyon ji bo çareseriyê hêviyê dide min. Jixwe gelê Kurd û gelê Tirk jî êdî xwe neçar hîs dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger baweriya me bi Xwedê hebe, divê em li ser bingeha dadperweriyê vê pirsgirêkê çareser bikin."

 
Fly Erbil Advertisment