Nêçîrvan Barzanî û David Petraeus pêwendiyên stratejîk û rewşa herêmê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Cotmehê, pêşwazî li Serokê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) David Petraeus kir. Di hevdîtinê de, ku Petraeus weke "dostekî kevnar ê Iraq û Herêma Kurdistanê" hat binavkirin, rewşa giştî ya Iraq û Herêmê, pêwendiyên bi Amerîkayê re û pêşhatên herêmê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de herdu alî li ser girîngiya pêwendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hevnêrîn bûn. Hat tekezkirin ku weke du hevpeymanên ku xwedî berjewendiyên stratejîk ên hevbeş in, dikarin di gelek warên cuda de hevkariya xwe ya hevbeş pêş bixin.

Mijareke din a hevdîtinê, girîngiya parastina ewlehî û aramiya li herêmê bû. Di vê çarçoveyê de, bal hat kişandin ser rola erênî ya ku Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin bilîzin ji bo avakirina pirên pêwendiyê û berhevkirina berjewendiyên hevbeş ên herêmê, bi taybetî bi rêya hevkariya di warên enerjî û aboriyê de.

Di hevdîtinê de her wiha li ser mijarên weke proseya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê, û metirsiyên terorê û gefên DAIŞê jî hate sekinandin.

 
Fly Erbil Advertisment