NY: Ji bo Xezzeyê 11 milyon dolarên din hat terxankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, ji bo bersivdana pêdiviyên mirovî yên lezgîn ên li Kerta Xezzeyê, 11 milyon dolarên din ji fona alîkariyê terxan kiriye. Bi vê yekê, alîkariya giştî ya ku ji heman fonê ji bo Xezzeyê hatiye veqetandin gihîştiye 20 milyon dolarî.
Rêkxerê Alîkariya Lezgîn ê Neteweyên Yekgirtî (NY) Tom Fletcher îro 14'ê Cotmehê ragihand, NY 11 milyon dolarên din ji "Sindoqa Bersivdana Lezgîn" ji bo alîkariyên mirovî yên li Xezzeyê terxan kiriye.
Ev biryar piştî wê tê ku hefteya borî jî Neteweyên Yekgirtî 9 milyon dolar ji bo dabînkirina sotemeniyê ji bo Kerta Xezzeyê veqetandibû. Bi vê yekê, budceya giştî ya sindoqê ya ji bo Xezzeyê gihîşt 20 milyon dolarî.
Tom Fletcher diyar kir, "ev dirav dê bibe alîkar ji bo dabînkirina pêdiviyên lezgîn", lê di heman demê de hişyarî da ku "eger alîkarî ji bo Sindoqa Bersivdana Lezgîn neyê kirin, dê alîkariyên pêwîst ji bo kesên hewcedar berdewam nekin."
Fletcher, ku beşdarî Lûtkeya Şerm El-Şêx bûbû, bal kişand ser azadkirina rehîneyên Îsraîlî û girtiyên Filistînî û ev yek weke "gaveke çarenûsaz" ji bo pêkanîna peymana aştiyê bi nav kir. Herwiha tekez kir ku ev "demeke tijî hêvî ye" ji bo Îsraîlî û Filistîniyan û da zanîn ku plana berfirehkirina alîkariyên mirovî bi lez ber bi pêş ve diçe.
Plana Alîkariyê ya 60 Rojî
Herwiha, Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand, li gorî planên ji bo 60 rojên destpêkê yên agirbestê, Neteweyên Yekgirtî û hevkarên wê dê alîkarî û xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê Kerta Xezzeyê bikin. Ev alîkarî xwarin, av, xizmetên tenduristiyê, pêdiviyên stargehê û piştgiriya parastinê li xwe digirin.
Li aliyekî din, Mîkanîzmaya 2720an a Neteweyên Yekgirtî eşkere kir, ji bo alîkariyên mirovî erêkirina Îsraîlê wergirtine û bi vê yekê qebareya alîkariyên ku destûr jê re hatiye dayîn gihîştiye 190 hezar tonî.
Hat diyarkirin ku ev pêdivî li welatên weke Urdin, Misir, Îsraîl, Qibris û Bereva Rojava hatine amadekirin û hinek ji wan di rê de ne ji bo ku bigihîjin gelê Xezzeyê.