Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê: Divê mafên darayî yên Kurdistanê bên dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14'ê Cotmeha 2025'an, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.
Di civînê de, ku Konsolê Giştî yê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî amade bû, tekezî li ser parastin û rêzgirtina mafên destûrî û dabînkirina şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya pabendbûna bi destûr û peymanan de hat kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e pirsgirêka mûçe û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê bi awayekî bingehîn bê çareserkirin û divê ev babet neyê siyasîkirin.
Herwiha, bi girîngî behsa peymana sêalî ya taybet bi ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat kirin û hat gotin ku pêwîst e ev peyman bibe destpêkek ji bo derxistina Yasaya Petrol û Gazê di xula bê ya parlamentoyê de.
Di beşeke din a civînê de, Serokê Hikûmetê bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêmê di sektorên cuda de, bi taybetî serkeftina her du projeyên (Hejmara Min) û (Ronakî). Balyozê Brîtanyayê ji ber serkeftina van reforman pîrozbahî û destxweşî li Serokê Hikûmetê kir.
Hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran û rewşa giştî ya Iraqê û herêmê, mijareke din a gotûbêjên civînê bû.
Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêka mûçe û mafên darayî kirin