Hemdî Şingalî: Peymana petrolê ya Hewler û Bexdayê piştî sê mehan tê nûkirin

Hemdî Şingalî
Hemdî Şingalî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêvebirê Şîrketa SOMOyê ragihand: “Heta niha 2 milyon û 500 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa SOMOyê hatine firotin.” Herwesa got: “Peymana petrolê ya di navbera Hewler û Bexdayê de piştî sê mehên din tê nûkirin.”

Cîgirê Birêvebirê Şîrketa SOMOyê Hemdî Şingalî îro (Sêşem, 14ê Cotmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got: “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê bê pirsgirêk berdewam e û hilberîn jî roj bi roj zêde dibe.”

Cîgirê Birêvebirê Şîrketa SOMOyê amaje jî da: “Heta niha 2 milyon û 500 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa SOMOyê hatine firotin.”

Hemdî Şingalî herwesa got: “Peymana petrolê ya di navbera Hewler û Bexdayê de tenê ji bo sê mehan e, lê piştî wan hersê mehan ew peyman dîsa tê nûkirin.”

Piştî zêdetirî du sal û nîvan ji rawestandina wê, hinardekirina petrola xav a Herêma Kurdistanê ji zeviya petrolê ya Pêşxabûrê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê saet 6:50 ê serê sibeha roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) hat destpêkirin û her rojê 190 hezar bermîlên petrola xav a Herêma Kurdistanê bi rêya wê benderê tên berbazarkirin.

 
Fly Erbil Advertisment