Elî Husên: Rêbaza Barzanî bingeha destkeftên neteweyî û pêkvejiyanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî-Helebceyê Elî Husên di kernevaleke bangewaziya hilbijartinê de ragihand, dîroka têkoşîna PDKê û rêbaza Barzanî afirînerê hemû destkeftên gelê Kurdistanê ye û tekez kir ku ev rêbaz peyameke zelal e ji bo pêkvejiyan û pirrengiyê.

Berpirsê Buroya Rêxistinê ya PDKê li Silêmanî-Helebceyê Elî Husên îro 15ê Cotmehê, di kernevaleke bangewaziya PDKê de ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser dîroka têkoşîna partiya xwe û rola wê di avakirina nasnameya neteweyî de.

Elî Husên ragihand, "Dîroka tijî têkoşîn a PDKê û rêbaza Barzanî, afirînerê wan destkeftan e ku îro gelê Kurdistanê bi dest xistine." Herwiha destnîşan kir, "ev têkoşîn, bingeheke qayîm e ji bo bîra neteweyî û niştimanî, ne tenê li ser asta herêmê, lê li ser asta Iraqê jî."

"Peyama Pêkvejiyanê"

Elî Husên amaje bi wê yekê jî kir ku rêbaza Barzanî peyameke zelal e ji bo pêkvejiyan û pirrengiyê û got: "Rêbaza Barzanî peyamek e ji bo pêkvejiyan, biratî, lihevhatin, demokrasî, pirpartîtî û rêzgirtina li hemû reng û dengên cuda."

"Em bi Dîroka Xwe Serbilind in"

Berpirsê Buroya Rêxistinê ya PDKê li Silêmanî-Helebceyê şanazî bi dîroka PDKê kir û got: "PDK û Barzanî sedeyek e di xebat û têkoşînê de ne û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bi dest xistine. Em şanaziyê bi wê dîrokê dikin ku berhema xwîna şehîdan, hêza bazûyê Pêşmerge, û dilsoziya neteweya me û hemû wan neteweyên ku ligel me dijîn û di vê têkoşînê de hevpar bûn, e."

Elî Husên di dawiyê de got: "Em bi saya xwîna şehîdan, xebata PDKê û Barzanî serfiraz in û me destkeft li pey destkeftan bi dest xistine, çi di Şoreşa Eylûlê de be, çi di Peymana 11ê Adarê de be, yan di Raperîna gelê Kurdistanê û avakirina parlamentoyê de be û çi jî piştî azadiya Iraqê be."

 
Fly Erbil Advertisment