Ji zeviyan heta aşan: Çîroka kunciyên navdar ên Dêrelokê

Dihok (K24) – Li deverên Dêrelok û Şêladizê yên ser bi parêzgeha Dihokê, cotkaran dest bi komkirina berhemên kunciyan kirine. Kunciyên vê deverê ku bi kalîteya xwe ya bilind ji bo çêkirina tehînê navdar e, îsal berhemeke baş daye û tê payîn ku berhema giştî bigihîje 85 tonan.

Li devera Dêrelokê, piştî demsaleke tijî ked û xebat, cotkaran dest bi berhevkirina kunciyên xwe kirine. Bi rêbazên kevneşopî, ew berhemên xwe kom dikin, hişk dikin û ji bo firotinê amade dikin.

Nazî Mehemed, cotkarekî deverê ye ku zêdetirî 20 salan e bi çandina kunciyan ve mijûl e. Ew ji berhemê îsal gelekî razî ye û dibêje: "Îsal kuncî gelek baş bû û em gelekî jê razî ne. Rêjeya wê jî îsal baş bû. Em alîkar bûn li ser zeviyê û me çavdêriya xwe lê kir. Em van kunciyan dibin aşan û jê tehînê çêdikin, ku tama wê gelekî xweş e û kalîteya wê bilind e."

Îsal li herêmên Şêladizê û Dêrelokê li ser rûberê 700 donim erdî kuncî hatiye çandin û tê çaverêkirin ku berhema giştî bigihîje 85 tonan. Zêdetirî 200 cotkar li deverê bi çandina kunciyan ve mijûl in.

Ev berhem ji bo 47 aşên çêkirina tehînê yên li herêmê tê şandin û dibe bingeha yek ji berhemên herî navdar ên Kurdistanê.

Xwedanê Aşê Tehînê Faxir Hesen Seyda girîngiya piştgiriya cotkaran destnîşan dike û dibêje: "Ev kar gelek girîng e û piştgiriyek e ji bo cotkaran. Em dikarin berhemên wan bikirin û bikin tehîn, ku li sûkê tê firotin. Amediye yek ji deverên herî navdar e ji bo tehînê. Zêdetirî 47 aşên tehînê li herêma me hene û hemû jî kunciyên xwecihî bi kar tînin."

"Tehîna Amêdiyê ji Kunciyên Dêrelokê Tê Çêkirin"

Kunciyên vê deverê ji ber keşûhewayê guncaw û axa wê, xwedî tameke taybet in.

Esmet Nîsael, Berpirsê Çandiniyê li Dêrelokê, dibêje: "Berhemeke baş e û cotkar jê razî ne. Sûkeke wê ya baş heye. Kunciyên devera me tameke taybet heye. Rast e tehîna Amêdiyê bi nav û deng e, lê ew ji kunciyên vê devera me tê çêkirin. Ji ber vê yekê daxwazeke mezin li ser heye."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî girîngiyeke taybet dide berhemên cotkaran û çavdêriya kalîteya wan dike da ku berhemên xwecihî pêş bikevin û li bazaran bibin xwedî daxwazeke zêdetir.

 
Fly Erbil Advertisment