Li deverên çiyayî dest bi belavkirina neftê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Komelgeha Balîsanê ragihand ku, wan li deverên çiyayî dest bi belavkirina neftê kiriye. Ji xwecihên deverê jî xwest ku, serdana benzînxaneyên wê deverê bikin da ku para xwe ya neftê werbigirin.

Birêvebirê Komelgeha Balîsanê Şaxewan Ebdila Sektanî îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihad: “Li gorî planeke pêşwext, bizav hatiye kirin ku berî demsala zivistanê neft li ser welatiyan bê belavkirin, ji ber ku gundên dûr di zivistanê de, ji ber sermaya dijwar, dema ku neft neyê belavkirin, penaya xwe didibn ber birîna daran, bi vî awayî jî jêpirsîna qanûnî pê re tê kirin û herwesa dibe sedema pîsbûna jîngehê jî.”

Şaxewan Ebdila herwesa got: “Me di van du rojan de neft dabîn kiriye û welatî dikarin bi rêya serdana benzînxaneyan para xwe ya neftê werbigirin.”

Navbirî amaje jî da: “Zêdetirî pênc hezar malbatan li aliyê komelgeha Balîsanê û pareke din a welatiyan ku ne şêniyên wê deverê ne dê neftê werbigirin.

Mekanîzma belavkirina neftê li gundên wekî Navşarê nîne û pêvajoya belavkirina neftê ji ber dijwariya rêyan dijwar dibe, ji ber vê yekê jî îsal hikûmetê benzînxaneyek li komelgeha Balîsanê destnîşan kiriye. Welatî dikarin ji wê benzînxaneyê neftê werbigirin û xerciya wê benzînxaneyê kiriye xema xwe.

 
Fly Erbil Advertisment