Hevpeymaniya Siyadeyê: Divê nasnameya kujerên Sefa Meşhedanî bi zûtirîn dem bê eşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevpeymaniya Siyadeyê di konferanseke rojnamevanî de sedema kuştina Sefa Hisên Meşhedanî ji bo wê yekê vegerand ku gendelî eşkere kiriye.
Endamê Hevpeymaniya Siyadeyê Mihemed Emîn Şalan îro (Çarşem, 15ê Cotmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got: Tawanbar difikirin ku ew dikarin çokên me bişkînin, lê ew xelet in ji ber ku em wî wekî şehîdekî dibînin.”
Mihemed Emîn Şalan tekez jî kir: “Ew dixwazin îradeya me bişkînin, lê ew dê tu carî vê yekê nebînin. Kuştina namzedê me nikare me li ser vê rêya ku me girtiye sar bike. Em dê tu carî ji mafên rewa yên gelê xwe paşve neçin û em dê berdewam berevaniyê ji wan bikin.”
Navbirî ron jî kir ku ew ji dubarebûna dozên kuştinê ditirsin û ditirsin ku ev destpêka dubarebûna bûyerên bi vî rengî be, herwesa bang li hêzên ewlehiyê kir ku bi lez lêpirsînê bidin destpêkirin û dadgeh biryarê li ser bide.
Hevpeymaniya Siyadeyê sedema kuştina Sefa Hisên Meşhedanî ji bo wê yekê vegerand ku gendelî eşkere kiriye. Herwesa daxwaz jî kir ku, nasnameya kujerên wî di zûtirîn dem de bê eşkerekirin.
Namzedê Hevpeymaniya Siyadeyê ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê Sefa Meşhedanî vê sibehê di encama teqîna bombeyekê, ku bi erebeya wî ve hatibû girêdan, hat kuştin.
Vîdyoya teqîna timbêla Sefa Meşhedanî, ku li ser yek ji cadeyên devera Tarmiyeyê agir berbûye wê, li ser torên civakî hatiye belavkirin.
Hevpeymaniya Siyadeyê, ku Xemîs Xencer serokatiya wê dike, yek ji partiyên siyasî yên sereke yên Sunî ye û tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bûye.
Di dema çend salên borî de, gelek kiryarên terorkirin û revandina çalakên sivîl, rojnamevan û siyasetmedaran li Iraqê çê bûne, ku hin ji wan dijberên komên çekdar ên qedexekirî bûne.