Feysel Yûsif: Heya niha gavek bo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyeyê nehatiye avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif derbarê civîna şanda ENKSê ligel Serok Barzanî ragihand, Serok Barzanî bi berdewam rewşa Kurdan li Sûriyeyê dişopîne û berevaniyê li misogerkirina li mafên gelê Kurd li wî welatî dike. Derbarê Şanda hevbeş ya Kurdî jî got, em amadene biçin Şamê, lê heya niha desthelata Şamê ne amade ye, hevdîtinê bi şanda Kurdî re bike. 

Feysel Yûsif ku di heman demê de, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyeyê ye ji K24ê re hûrgilî û naveroka civîna şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) digel Serok Mesûd Barzanî, eşkere kir.

“Serok Barzanî piştgiriya pirsa Kurdî li Sûriyeyê dike”

Feysel Yûsif ragihand, Serok Mesûd Barzanî herdem û bi berdewamî rewşa Kurdên Sûriyeyê dişopîne û piştgiriyê li doza rewa ya gelê Kurd li wî welatî dike. Yûsif got: “Serok Barzanî ji berê ve û niha jî, bi taybetî piştî şoreşa li dijî rejîma Esed, giringî û tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dike û ji vê yekê nexweş e ku heya niha pirsa Kurdî nehatiye çareserkirin.”

Li gorî gotinên Yûsif, Serok Barzanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew bi berdewamî kar û xebata ji bo yekrêziyê û misogerkirina mafên Kurdan li Sûriyeyê dişopîne û piştgiriya xwe ji bo vê yekê dûpat kiriye.

“Em sîstemeke nenavendî li Sûriyeyê dixwazim”

Derbarê nêrîna ENKSê ji bo paşeroja Sûriyeyê, Feysel Yûsif da zanîn ku ew Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û piralî dixwazin ku tê de hemû pêkhate bibin şirîkên rastîn. Yûsif got: “Em dixwazin bibin hevpar di birêvebirin û avakirina Sûriyeyê de, ne ku tenê wek opozîsyon bimînin.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir, pêwendiyên wan digel pêkhateyên din yên Sûriyeyê, wek Ereb, Suryan û Aşûriyan baş in û ew bi hev re di nav eniyên siyasî de kar dikin.

Şanda Kurdî ya ji bo Şamê

Li ser pirsa şandina şandeke hevbeş a Kurdî ji bo danûstandinê digel hikûmeta Şamê, Berdevkê ENKSê tekez kir ku ew ji bo vê pêngavê amade ne, lê heya niha ti bersiveke erênî ji aliyê Şamê ve nehatiye.

Feysel Yûsif got: “Em wek ENKS amade ne biçin Şamê, lê divê şandeke hevbeş a Kurdî hebe. Me ev daxwaz gihandiye gelek aliyan. Lê mixabin, heya niha gavek ji bo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyeyê nehatiye avêtin û hikûmeta Şamê ne amade ye pêşwaziya şandeke Kurdî bike.”

 
 
Fly Erbil Advertisment