Îro heşt sal di ser bûyerên 16ê Cotmehê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro heşt sal di ser bûyerên 16ê Cotmeha 2017an re derbas dibin. Di encama wan bûyeran de, zêdetirî %51ê axa Herêma Kurdistanê jidest çû û heya niha jî encamên neyînî yên wê rojê berdewam in.

Ji ber bûyerên 16ê Cotmehê, Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, bi taybetî li Kerkûkê, bi sedan postên îdarî û mafên xwe yên rewa jidest dan. Bi hezaran kes aware bûn û malên wan hatin talankirin. Heya niha jî beşek ji wan awareyan venegeriyane ser warên xwe.

Pîlanê piştî referandumê dest pê kir

Piştî serkeftina referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an, ku piraniya xelkê Kurdistanê bi "Belê" deng da, pîlan û komployeke navxweyî û derve li dijî Herêma Kurdistanê dest pê kir. Di rojên 12 û 13ê Cotmeha 2017an de, beşek ji hêzan bêyî hevahengiya Wezareta Pêşmerge, ji başûrê Kerkûkê û rêya sereke ya Xurmatû-Kerkûkê vekişiyan.

Li ser vê yekê, berbangê roja 16ê Cotmeha 2017an, çekdarên Heşda Şeibî bi piştgiriya hêzên din ên Iraqî û bi hevahengiya hinek aliyên navxweyî, destûra Iraqê binpê kirin û êrîşî Kerkûkê kirin. Li gorî destûrê, nabe ti hêzeke fermî ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî li dijî ti pêkhateyeke navxweyî were bikaranîn. Lê tiştê ku ji bo hemû Kurdistaniyan cihê şaşmayînê bû, vekişîna bêmerc a hêzên ser bi wî aliyê navxweyî bû ku ji hemû eniyên ku di bin kontrola wan de bûn vekişaiyan.

Ziyanên 16ê Cotmehê

Di encama bûyerên 16ê Cotmehê de, 44 hezar kîlometre çargoşe axa Kurdistanê, ku dike %51ê tevahiya axa Başûrê Kurdistanê, jidest çû. Bajarê Kerkûkê, 16 bajarok û 44 nahiye ketin destê hêzên Iraqî.

Herwiha 53 hezar malbat ji navçeyên dagirkirî derbidwe bûn, 3 hezar mal hatin talankirin û 200 xaniyên welatiyan ligel 5 dezgehên medyayî hatin şewitandin. Ev yek bû sedem ku careke din deriyê siyaseta erebkirinê li dijî milk û malên welatiyên Kurd, bi taybetî li Kerkûk, Xurmatû, Dubiz, Hemdaniye û Bertileyê, were vekirin.

 
Fly Erbil Advertisment