Wezîrê Navxwe: Em pêwendiyên xwe ligel Almanyayê bihêztir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed pesnê pêwendiyên dîrokî û bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de da û ragihand, yadeşteke nû ya hevtêgihiştinê ligel rêxistina GIZ a Almanî hatiye îmzekirin.
Rêber Ehmed îro 16ê Cotmehê di konferanseke rojnamevanî de got: "Pêwendiyên me yên kevn û baş ligel Almanyayê hene û cihê xwe ye ku em herdem spasiya piştgirî û hevahengiya Almanyayê û konsulxaneya wan a li Kurdistanê bikin, ku di rojên dijwar de roleke wan a berbiçav hebû."
Wezîrê Navxwe amaje bi alîkariyên serbazî û mirovî yên Almanyayê di şerê dijî DAIŞê de kir û ew wek alîkariyeke "rasterast û bi bandor" ji bo parastina Kurdistan, Pêşmerge û mirovahiyê ji rêxistinên terorîst bi nav kir.
Rêber Ehmed herwiha behsa pêwendiyên pêşketî yên di navbera Herêma Kurdistanê û rêxistinên Almanî yên wekî GIZ û THW de kir, ku di warên pêşxistina şiyanên mirovî, alîkarîkirina aware û penaberan û piştgirîkirina kertên perwerde û tenduristiyê de roleke girîng lîstine.
Destnîşan kir jî, van rêxistinan bi rêya "Navenda Hevahengiya Qeyranan" (JCC) gelek proje, wek bernameyên "Qudra" û "Cash for Work" (Pere li hember Kar), li parêzgeh û îdareyên serbixwe cîbicî kirine.
Di xala herî girîng a konferansê de, Wezîrê Navxwe îmzekirina yadeşteke nû ragihand û got: "Îro careke din lihevtêgihiştineke din hat îmzekirin. Ev cara yekem e ku GIZ yadeşteke bi vî rengî ligel Wezareta Navxwe îmze dike," û ev yek wek nîşaneke kûrkirina zêdetir a pêwendiyan da zanîn.
Konsulê Almanyayê: Em rêyên yasayî ji bo ciwanên xwedî pisporî vedikin
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Almanyayê li Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêziya pêwendiyên aborî, ewlehî û civakî yên di navbera her du aliyan de kir û ragihand, welatê wî kar dike ji bo vekirina rêyên yasayî ji bo wan ciwanên xwedî pisporî ku dixwazin biçin Almanyayê.
Konsulê Almanyayê got: "Pêwîstiya Almanyayê bi karkerên xwedî pisporî heye" û di vî warî de, ew plan dikin ku alîkariya ciwanên Kurd bikin. Herwiha diyar kir: "Ji bo vê mebestê, JCC û Bernameya Pêşxistina Koçê, bi hevkariya Herêma Kurdistanê, kar dikin da ku alîkariya ciwanan bikin ku bi rêyeke yasayî bigihîjin Almanyayê."
Herwiha, Konsulê Almanyayê bal kişand ser bernameya piştgirîkirina wan kesên ku bi daxwaza xwe ji Almanyayê vedigerin Herêma Kurdistanê û got: "Em alîkariya wan kesan dikin ku bi daxwaza xwe vedigerin. Li vir, bi rêya Ajansa Pêşxistinê ya Almanyayê (GIZ), em alîkariya wan dikin da ku ji nû ve tevlî civakê bibin û derfetên kar ji wan re peyda bikin." Ji bo cîbicîkirina vî programî, wî eşkere kir ku navendên taybet li Helebce, îdareya Raperîn û îdareya serbixwe ya Zaxoyê vekirine.
Di dawiyê de, Konsulê Almanyayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe kir ji bo hevkariya wan a berdewam ligel ajans û rêxistinên Almanî.