DEM Partî: Karê komîsyonê bêyî guhdarînekirina Ocalan kêm dimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand, karê guhdarîkirinê yê Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ber bi dawîbûnê ve diçe û dê dest bi nivîsandina raportê were kirin. Dogan guhdarnekirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wek "kêmasiyeke mezin" binav kir û got: "Divê komîsyon rêyekê bibîne da ku nêrînên Ocalan bigihîjin komîsyonê."
Ayşegul Dogan îro 16ê Cotmehê di civîneke çapemeniyê de ku li navenda giştî ya partiya xwe lidar xist, bal kişand ser rola Ocalan û got: "Divê Komîsyon bi her awayî formulekê bibîne da ku nêrînên Ocalan bigihîjin komîsyonê. Ji ber ku komîsyon ji vê yekê berpirsiyar e û dixwaze pevçûnan bi dawî bike."
Dogan Ocalan ne tenê wek "rêberê damezrîner", belkî wek "hêza damezrîner a aştî û çareseriya demokratîk" jî binav kir û got: "Bila biçin rasterast ji wî bipirsin û guhdarî bikin ka çima ew hêza damezrîner e. Bila wextê Tirkiyeyê winda nekin."
Bersiva ji bo ÎYÎ Partiyê: "Xwe bi xwîn û mirinê xwedî dikin"
Derbarê êrîşên Serokê ÎYÎ Partiyê Musawat Derwîşoglu de, Dogan got: "Ew zîhniyeta ku hewl dide li ser mirinê desthilat û kursiyan bidest bixe, duh xwe li kursiya Meclisê nîşan da. Ew xwe bi xwîn, mirin û hamasetê xwedî dikin û ditirsin. Belengaz in. Ji ber ku hay jê hene ku ew ber bi zibilgeha dîrokê ve diçin."
Berdevka DEM Partiyê gotinên Derwîşoglu ne tenê wek êrîşek li ser partiya xwe, lê wek êrîşek li dijî hemû kesên ku li Tirkiyê jiyaneke birûmet, wekhevî û demokrasiyê dixwazin, binav kir.
"Rexneyên me jî li ser pêvajoyê hene"
Dogan da zanîn, rexneyên wan bi xwe jî li ser pêvajoyê hene û got: "Em jî pêvajoyê rexne dikin. Me dibêje 'dikarîbû sêwirana wê cuda be, dikarîbû komîsyon ewqas wext bi guhdarîkirinê winda nekira, dikarîbû heta niha bi birêz Ocalan re hevdîtin kiriba, dikarîbû civakîtir biba û gavên wêrektir bihata avêtin'."