Heleb: Di encama êrîşeke çekdar de 2 endamên Asayîşê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ragihand, komeke çekdar a ser bi Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve êrîşî xala wan a kontrolê ya li çerxerêya Şîhanê kiriye. Di encama êrîşê de 2 endamên Asayîşê bi giranî birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê îro 16ê Cotmehê daxuyaniyek belav kir û êrîş şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, êrîşa çekdar a ku îro Pêncşemê ji aliyê hêzên ser bi Hikûmeta Demkî ve li dijî xala me ya pişkinînê ya hevbeş li çerxerêya Şîhanê li derdora taxa Eşrefiyê pêk hat, şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di encama êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giranî birîndar bûne û ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Herwiha hat ragihandin ku tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya cihê bûyerê û rêgirtina li berfirehbûna aloziyan hatine girtin.
Asayîşê ev êrîş wek "berdewamiya zincîreya binpêkirinên dubarekirî" yên ji aliyê komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ve binav kir û ew wek "binpêkirineke eşkere ya hewlên ji bo misogerkirina aramî û ewlehiyê li herêmê" da zanîn.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi parastina sivîlan û misogerkirina ewlehiya giştî kir û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, aliyên ku ev êrîş pêk anîne, ji hemû encamên wê yên yasayî û exlaqî berpirsiyar dibîne.