Desteya Geştiyariyê: Kabîneya nehê serdema zêrîn a sektora geştiyariyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Kabîneya nehê wekî serdema zêrîn a sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê tê hesibandin, ku 80 projeyên geştiyariyê yên mezin û stratejîk bi xerciya zêdetirî heft milyar û 500 milyon dolaran hatine bicîhanîn û herwesa zêdetirî 20 hezar derfetên karî jî hatine peydakirin.”
Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdilmecîd îro (Pêncşem, 16ê Cotmeha 2025ê) taybet ji malpera Kurdistan24ê re got: “Sektora geştiyariyê di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de herî zêde pêş keftiye.”
Îbrahîm Ebdilmecîd herwesa got: “Di warê jêrxane û pirrengiyê de, sektora geştiyariyê veguherîneka mezin tomar kiriye. Ji bilî bi dehan projeyên girîng û stratejîk, gelek birêvebiriyên giştî yên geştiyariyê jî li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê hatine vekirin.”
Navbirî amaje jî da: “Ev jî bi armanca zêdetir xizmetkirina geştiyaran e. Ji bo vê meremê jî, çar birêvebiriyên giştî yên nû li birêveberiyên serbixwe yên Zaxo, Soran û Raperînê û navenda parêzgeha Helebçeyê hatine vekirin.”
Berdevkê Desteya Geştiyariyê ron jî kir: “Bi rêya bicihanîna 80 projeyên mezin û stratejîk ku xerciya wan zêdetirî 7 milyar û 500 milyon dolaran e, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 hezar derfetên karî peyda kirine, ku 80% ya kesên ku di sektora geştiyariyê de dixebitin welatiyên Herêma Kurdistanê ne.”
Îbrahîm Ebdilmecîd eşkere jî kir: “Ji bo nasandina ziman û çanda Kurdî, li hemî deverên geştiyarî girîngî bi tevahî bi zimanê Kurdî hatiye dan. Herwesa xwediyên hotel, motel û xwaringehan jî hatine neçarkirin ku zimanê Kurdî wekî zimanê yekê di bernameya karên xwe de bi kar bînin.”
Navbirî tekez jî kir: “Vê kabîneyê bala xwe bi tevahî daye pêşwazîkirina geştiyaran, di warê hêsankirina li westgehan ji bo hatina wan û dana vîzeyan bi awayê rasterast. Ev jî ji bo zêdetir kişandina bala geştiyarên biyanî ji bo Herêma Kurdistanê pêngavek e.”