Mehmûd Meşhedanî: Her Suniyekê xuya bibe dê bê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî terorkirina kandîdê Hevpeymaniya Siyadeyê û Endamê Encûmena Parêzgeha Bexdayê Sefa Meşhedanî, pêleka nerazîbûnê ya dijwar li cadeya Sunî ser hilda. Serokên eşîrên bakurê Bexdayê bang li hikûmet û hêzên ewlehiyê dikin ku, bikerên rastîn ên li pişt wê bûyerê eşkere bikin, ji ber ku ev çend sal in ku kesatiyên Sunî yên navdar rastî êrîşan tên û tên kuştin. Eger encamên vekolanên hêzên ewlehiyê bi dilê wan nebin, gefên helwesteka dijwar dikin.

Terorkirina kandîdê bihêz ê Hevpeymaniya Siyadeyê li bakurê Bexdayê bûye sedema peydabûna bertekên cadeya Sunî. Sefa Meşhedanî yê Endamê Encûmena Parêzgeha Bexdayê û serkirde di partiya Xemîs Xencer de şeva borî li devera Tarmiyeyê ya Bexdayê di teqîna bombeyekê de, ku bi timbêla wî ve hatibû girêdan, hat kuştin. Aliyên Sunî jî vê bûyerê wekî yekalîkirina duberekiyên siyasî dibînin.

Leys Dilêmî yê serkirde di Hevpeymaniya Siyadeyê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Vê bûyerê zirar gihand hevpeymaniya me, deverê û gelê Tarmiyeyê.” Herwesa got: “Duberekiyên siyasî her hebûn, lê bigihîje asta kuştina mirovan, ev rewşeka tirsnak e. Kuştina Sefa em tev û bi taybetî jî gelê Tarmiyeyê êşandine.”

Serokê Eşîra Şerabê Şêx Qeys Letîf got: “Vî mêrî bi tu kesî re pirsgirêk nebûn. Ew kesatiyekê siyasî bû, lê ew bêtirs û aza bû, li encûmena parêzgehê ji bo devera xwe berevanekê serhişk bû, ji bo Tarmiyeyê kar dikir û nexweşiyên wê deverê digihandin, lewma hat kuştin û kuştina wî jî nayê qebûlkirin.”

Serokê Nivîsgeha Sefa Meşhedanî Xeys Elî got: “Kesatiyên vê deverê ji hêla komeka mirovên wêranker ve tên armanckirin, ku naxwazin em ji bo devera xwe bixebitin. Armanca wan têkdan û terorkirin û tundûtîjî û çêkirina gêleşokê ye.”

Sefa Meşhedanî ciwanekê şêniyeyê Tarmiyê bû, di hilbijartinên dawiyê yên Encûmena Parêzgeha Bexdayê de li bakurê Bexdayê di nav civaka Sunî de herî zêde deng bi dest xistin. Her hingê bizav ji bo terorkirina wî hat kirin û lingekê wî hat birîndarkirin.

Ew ji bo gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê jî kandîd bû, lê li nêzî mala xwe hat kuştin. Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê di derheqa wê bûyerê de bi awayekê ecêbgirtî got: “Her kesê ku di nav civaka Sunî de xuya bibe, dê bê kuştin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment