Festîvala Payîzê ya Pîrmamê bo cara yekê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Pîrmamê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku, Festîvala Payîzê ya Pîrmamê ji bo cara yekê li beranberî Bendava Gomespanê tê lidarxistin.

Qayimqamê Pîrmamê Hamid Îsmaîl îro (Pêncşem, 16ê Cotmeha 2025ê) di daxuyaniyeka taybet de ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku, Festîvala Payîzê ya Pîrmamê ji bo cara yekê tê lidarxistin. Eşkere jî kir ku, cihê wê festîvalê dê li beranberî Bendava Gomespanê be.

Qayimqamê Pîrmamê amaje jî da: “Ev festîval dê li roja Yekşema bê (19ê Cotmeha 2025ê) bê destpêkirin û dê sê rojan bidome.” Herwesa got: "Ger em bibînin ku hejmara mêvanan gelek e, em dê dema wê dirêj bikin."

Hamid Îsmaîl eşkere jî kir: "Ji bo cotkaran zêdetirî 40 kabîneyan hatine veqetandin, da ku berhemên xwe yên xwemalî berçav bikin, ku berhemên çandiniyê û yên şîrî jî di nav de hene."

 
Fly Erbil Advertisment