Nêçîrvan Barzanî: Xiristiyan pêkhateyeka resen a Kurdistanê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Patrîkê Dêra Suryanî ya Ortodoks Mar Egnatiyos Eframê Duyê re tekez kir: “Kurdistan bê cudahî welatê tevan e.” Mar Egnatiyos Eframê Duyê jî spasiya Kurdistanê kir, ku di demên dijwar û awarebûna Xiristiyanan de alîkar û piştevan bû.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 16ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Patrîkê Dêra Suryanî ya Ortodoks Mar Egnatiyos Eframê Duyê û şanda pê re, ku ji hejmareka metran û qeşe û rêberên olî yên wê derê li seranserî cîhanê pêk hatibû, kir.

Patrîkê navbirî û şanda pê re di hevdîtinekê de behsa armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo vekirina du dêran bû - yek li Hewlêrê û ya din jî li Dihokê.

Li gorî wê ragehandinê, wî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya wê ya ji bo civaka Xiristiyanan kir, bi taybetî jî di demên dijwar û awarebûna Xiristiyanan û pêkhateyên din de di dema şerê li dijî DAIŞê de, herwesa pesnê pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî kir.

Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku, Kurdistan bê cudahî welatê tevan e û şanaziyê bi pêkvejiyanê dikin. Herwesa ew piştrast kirin ku, Herêma Kurdistanê dê li ser pêşvebirin, berfirehkirin û parastina çanda pêkvejiyan, lêborîn û pirrengiyê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Xiristiyan pêkhateyeka resen a vî welatî ne û hemî bi hev re di erk û mafan de wekhev in.”

Rewşa wê dêrê û dûkeftiyên wê li Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên cîhanê jî mijarên tewerekê din ê wê hevdîtinên bûn.

 

 
Fly Erbil Advertisment