Parlamentoya Ewropayê pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê bilind nirxand

Navenda Nûçeyan (K24) - Ezmûna Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyanê de di konferansekê de li Parlamentoya Ewropayê hat pesinandin, herwesa piraniya tevlîbûyîyên wê konferansê Parlamenterên Ewropayî bûn û xwesteka xwe ji bo tevlîbûna di Roja Nimêja Neteweyî li Herêma Kurdistanê ya sala bê diyar kir.
Konferansek li ser pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 16ê Îlona 2025ê) li Parlamentoya Ewropayê, di bin çavdêriya Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî de û bi amadebûna hejmareka zêde ya parlamenterên Ewropayî, hat lidarxistin.
Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher tevlî wê konferansê bû û ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re got: "Nûnerên 10 welatan tevlî wê konferansê bûn û heyraniya xwe ji bo ezmûn û xebata Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir.”
Ano Cewher herwesa got: “Di wê konferansê de ezmûna Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyanê de hat pesinandin û ezmûna Herêma Kurdistanê di vî warî de bilind hat nirxandin.”
Navbirî amaje jî da: “Tevlîbûyîyên wê konferansê, ku piraniya wan Parlamenterên Ewropayê bûn, xwesteka xwe ji bo tevlîbûna di Roja Nimêja Neteweyî li Herêma Kurdistanê ji bo sala bê diyar kir.”