Ramî Ebdirehman: Divê Sûriye feydeyî ji ezmûna pêkvejiyana Herêma Kurdistanê werbigire

Ramî Ebdirehman
Ramî Ebdirehman

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje da ku, pêkhateyên Sûriyeyê bawerî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heye, lê berevajî bi tu awayan bawerî bi artêşa Sûriyeyê nîne.

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman îro (În, 17ê Cotmeha 2025ê) di derheqa têkilbûna Hêzên HSDê li gel artêşa Sûriyeyê de ji Kurdistan24ê re got: “Heta niha lihevkirina dawiyê di vî warî de nehatiye kirin, lê hevfêmkirin çê bûye, ji ber ku artêşa Sûriyeyê ya niha tenê bi nav artêş e. HSDê qurbanî daye û di şerê li dijî DAIŞê de bi mêrxasî şer kiriye.”

Ramî Ebdirehman amaje jî da: "Amerîka û welatên deverê naxwazin Sûriye parçe bibe, ji ber vê yekê em piştgiriyê didin yekparçeyiya axa Sûriyeyê."

Navbirî herwesa ragihand: “Durzî û Elewiyan bawerî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye, lê bi tu awayan bawerî bi artêşa Sûriyeyê ya niha nîne, ji ber ku ew artêş ji hejmareka koman pêk tê ku di lîsta terorê de ne.”

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan tekez jî kir: "Nabe ku şervanên welatekê din û desttêwerdanên derve di nav artêşa Sûriyeyê de hebin."

Ramî Ebdirehman behsa serdana xwe ya ji bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê kir û amaje da: “Herêma Kurdistanê pêşketineka berçav tomar kiriye, hemî pêkhate û ol bi azadî û bê tu pirsgirêkekê dijîn.”

Navbirî tekez jî kir: "Divê Sûriye feydeyî ji ezmûna pêkvejiyana Herêma Kurdistanê werbigire."

 
Fly Erbil Advertisment