Silêmanî..Festîvala Jinên Destrengîn hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo piştgirî û dilxweşkirina malbatên şehîdan, festîvaleka taybet ji bo kesûkarên şehîdan hat lidarxistin. Xelkî jî ji çar aliyên Kurdistanê bi kelecan serdana wan kir.

Berpirsê Ragihandina Birêvebiriya Şehîdan Mehmûd Sermordî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em wekî Birêvebiriya Şehîdan her gav li derfetan digerin ku xizmeta kesûkarên serbilind ên şehîdan bikin.”

Mehmûd Sermordî herwesa got: “Vê carê, me dît ku gelek kesûkarên şehîdan di nav komên ku tevlî festîvalên bi vî rengî dibin de hene, ji ber vê yekê me yekser nivîsarek bilind kir û me xwest ku di nav vê festîvalê de bê pere cih ji wan re bê dan.”

Yek ji jinên tevlîbûyî bi navê Kwêstan Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ez destxsweşiyê li Dezgeha Şehîdan dikim ku, ev festîval ji bo me kesûkarên şehîdan rêk xist. Ez hêvîdar im berdewam be ji ber ku festîvalên din ew qas biha giran in ku me nekariye tevlî wan bibin."

Her cihek bi rengekê ji hêla kesûkarên şehîdan ve hatiye xemilandin. Hin ji wan bi hunerên destan û yên din jî bi xwarinên Kurdewarî ji bo kêşana bala mêvanan ew festîval avedan kiriye.

Gelek jinan hunerên xwe yên destan nîşan dan û bi xwarinên cuda cuda yên Kurdewarî tevlî vê festîvalê bûn. Tenê di îsal de ev cara sêyê ye ku festîvalên taybet ji bo kesûkarên şehîdan tên vekirin.

Ev festîval ji 15 heta 19ê vê mehê didome û ji saet 3:00 ê piştî nîvro heta 11:00 ê şevê ji bo mêvanan vekirî ye.

 
Fly Erbil Advertisment