6 sal û 4 meh ceza li Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê, bi hinceta "alîkariya rêxistinê" û "bangeşeya rêxistina terorê" 6 sal û 4 meh cezayê zîndanê li Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk birî.
Rûniştina biryarê ya doza ku ji sala 2016an ve li dijî Ozturk hatibû vekirin, duh 17ê Cotmehê li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê birêve çû.
Dadgehê ji ber tohmeta "alîkariya rêxistina terorê" 4 sal û 6 meh û ji ber tohmeta "bangeşeya rêxistina terorê" jî salek û 10 meh ceza da Ozturk. Bi vî awayî, bi giştî 6 sal û 4 meh cezayê zîndanê li Ozturk hat birîn.
Lêpirsîna derbarê Parlamenter Berdan Ozturk de, di sala 2016an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hatibû destpêkirin û paşê veguherîbû dozê.