Sîpan Hemo: Bi şertê parastina nasnameyê, HSD amade ye tevlî artêşa Sûriyeyê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo ragihand, hêzên wan amade ne tev li artêşeke nû ya neteweyî ya Sûriyeyê bibin, lê tekez kir ku ev yek bi şertê parastina nasname û rêzgirtina ji bo têkoşîna HSDê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ve girêdayî ye. Hemo herwiha dosyaya Efrînê wek "pîvana rasteqîn" a cidiyeta hikûmeta veguhêz a Şamê binav kir.
Sîpan Hemo, ku di heman demê de serokê komîteya leşkerî ya danûstandinên bi hikûmeta veguhêz re ye, di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya HSDê re, helwesta hêzên xwe ya ji bo paşeroja Sûriyeyê eşkere kir.
Hemo di destpêka axaftina xwe de amaje bi armanca bingehîn a HSDê kir û got, "Ji dema damezrandina xwe ve, em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û hevbeş, ku mafên hemû pêkhateyan bê cudahî biparêze, têdikoşin. Me di vê rêyê de berdêlên giran dane."
"Tevlîbûn armanceke stratejîk e"
Sîpan Hemo îdiayên ku dibêjin HSD prosesa tevlîbûnê (entegrasyon) dereng dixe red kir û got: "Berevajî vê yekê, em dixwazin tev li artêşa nû bibin û em vê yekê wek armanceke stratejîk dibînin. Em bawer dikin ku HSD bingeha avakirina artêşeke neteweyî ye û artêşeke wiha bêyî beşdariya HSDê nayê avakirin."
Lê belê, Hemo hişyarî da ku hinek alî hewl didin tevlîbûnê li gorî "nêrîna xwe ya teng" şîrove bikin û dixwazin HSDê tune bikin. Herwiha got jî: "Em van hewldanan qet qebûl nakin. Tevlîbûna ku em dixwazin, divê nasnameya HSDê biparêze û rêzê bide têkoşîna wê. Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji Sunî, Durzî, Xiristiyan, Kurd û Elewiyan, werin naskirin."
"Efrîn pîvana cidiyetê ye"
Hemo diyar kir, ji bo avakirina baweriyê, divê hikûmeta veguhêz gavên berbiçav biavêje û dosyaya Efrînê wek mînakeke sereke nîşan da: "Me ji wan re got, helwesta we ya li hemberî Efrînê dê pîvana rasteqîn a cidiyeta we be. Divê koçberên Efrînê vegerin, zerarên wan bên dayîn û kesên ku binpêkirin kirine bên darizandin. Eger hûn bi edalet nêzî Efrînê bibin, hingî em dikarin bi nêrîneke cuda li we binêrin."
"HSD garantiya yekitiya Sûriyeyê ye"
Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê careke din tekez kir, HSD hêzeke neteweyî ye ku dikare hemû pêkhateyan bîne cem hev. Herwiha got: "Heya ku hikûmet gavên dilniyaker neavêje, HSD dê wek hêza parastina hebûn, jiyan û nasnameya gelê me bimîne. Lezkirin an derengxistina vê prosesê bi gavên pêşîn ên hikûmeta veguhêz ve girêdayî ye."