Parêzgarê Hewlêrê: Projeya rêya Gomespan-Simaqûlî di çend rojên bê de bidawî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, karê çendîn projeyên stratejîk ên xizmetguzariyê li parêzgehê bi lez birêve diçin û diyar kir ku projeya du-sayd a Gomespan-Simaqûliyê di demeke nêzîk de dê bi dawî bibe. Xoşnav herwiha kevirê bingehîn ê çend projeyên nû jî danî.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 18ê Cotmehê di kongreyeke rojnamevanî de tekez kir, tevî rewşa krîzê û astengiyên li pêşiya hikûmetê, li gorî dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, xizmetkirina welatiyan berdewam e.
Omêd Xoşnav derbarê projeyên rêyan de ev agahî dan:
Projeya du-sayd a Gomespan-Simaqûlî: Dirêjahiya wê 22 kîlometre ye û dê di van çend rojên bê de bi dawî bibe.
Projeya du-sayd a Kesnezan-Bendava Gomespanê: Dirêjahiya wê zêdetirî 15 kîlometre ye û heta niha %70ê wê hatiye temamkirin.
Projeya du-sayd a Hewlêr-Koyê: Xoşnav ev proje wek projeyeke gelekî girîng bi nav kir û got, "Ev rê berê wek 'rêya mirinê' dihat naskirin û xelkê Koyê gelek daxwaza çêkirina wê dikir." Xoşnav da zanîn ku dema projeyê sê sal e, lê heta niha %30ê wê hatiye temamkirin û tê çaverêkirin ku berî dema xwe bi dawî bibe.
Projeyên din ên xizmetguzariyê
Parêzgarê Hewlêrê herwiha ragihand, projeya ava Quştepeyê jî di van rojan de dê bi dawî bibe. Derbarê pirsgirêka kêmaviyê ya li Qezaya Koyê de, Xoşnav got ku hefteya borî wan ev daxwaz gihandiye Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ew jî ferman daye ku di demeke nêzîk de projeyek ji bo çareserkirinê dest pê bike.
Di heman rojê de, Omêd Xoşnav beşdarî merasima danîna kevirê bingehîn ê navendeke tenduristiyê û dibistanekê li gundê Henare bû û diyar kir ku bi budceya 5 milyar û 750 milyon dînarên Iraqî, 11 dibistan û 7 navendên tenduristiyê li parêzgeha Hewlêrê di bin cîbicîkirinê de ne û beşek ji wan jî hatine temamkirin.