Zawîte.. Bo pêşîgirtina li şewatên daristanan agirbir tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Daristan û Pawanan a Parêzgeha Dihokê ji bo pêşîgirtina li şewatên daristanên Zawîtayê agirbirê çê dike.

Birêvebirê Giştî yê Daristan û Pawanan li Parêzgeha Dihokê Kawa Sebrî ji peyamnêrê Kurdistan24ê Çekdar Cemal re got: "Pêştir ji ber xemsarî û nebûna hişyariyê, agir berbû vê daristanê û zêdetirî 900 donimên rûberê daristanê şewitîn. Jiyê hin ji wan darên ku di wê karesatê de şewitîn nêzîkî 200 salan bû.”

Kawa Sebrî herwesa got: “Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeka mezin daye parastina jîngeh û daristanan. Niha jî bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistineka Holandayî, em li daristana Zawîteyê agirbirê çê dikin, da ku pêşiyê li belavbûna agirî bigirin û di zûtirîn dem de kontrol bikin.”

Navbirî amaje jî da: “Em plan dikin ku li dibistan, peymangeh û zanîngehan semîner û konferansan li dar bixin, da ku xelkî hişyar bikin û rola daristanan di paqijkirina jîngehê û dabînkirina oksîjenê de ron bikin. Herwesa em ji mamostayên olî dixwazin ku di gotarên xwe yên Înê de li ser girîngiya daristanan û parastina wan biaxivin.”

Şewatên li daristana Zawîteyê ne tenê bûne sedema şewitîna rûberekê mezin ê wê daristanê, belkî hejmareke berçav a candarên kovî jî şewitîn.

Birêvebiriya Daristan û Pawanan a Dihokê bang li welatiyan dike ku, li daristanan agirî hil nekin û jîngeh û xwezaya deverê biparêzin.

 
Fly Erbil Advertisment