Li Sineyê di bûyereka trafîkê de 5 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qezayeka trafîkê ya giran serê sibeha îro li ser rêya di navbera Seqiz û Baneyê de çê bû û tê de pênc kes mirin.
Birêvebirê Polîsên Rêyan li Parêzgeha Sineyê Eqîd Hemîd Reza Ebdilmelikî îro (Yekşem, 19ê Cotmeha 2025ê) ji ajansa Tesnîmê ya nûçeyan re ragihand: "Li ser rêya Seqiz-Baneyê, di lêkdana barhilgir û timbêlekê de pênc welatî mirin.”
Eqîd Hemîd Reza Ebdilmelikî herwesa got: “Şofêrê barhilgirê kontrola xwe winda kiriye û bûye sedema wê lêkdanê. Tîmên hawarhatinê jî bi lez gihîştine cihê wê bûyerê.”
Navbirî daxwaz ji şofêran kir ku, bi hatina demsala baran û sermayê re zêdetir hişyartir bin, lezatiya destûrdayî li ber çavan werbigirin û girîngiya bidin amadebûna teknîkî ya timbêlên xwe, wekî tayer, stop û zincîrên berfê, da ku canê xwe û welatiyan nexin xeterê.”