Serok Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Suqurna hilbijartinên Encûmena Nûneran gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Suqurna rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijardina Encûmena Nûneran gotibûj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Cotmehê pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Suqurna ya bi serokatiya Selîm Cibûrî kir. 

Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên bê yên Encûmena Nûneran, ligel pêwendî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hatin gotûbêjkirin.

 
Fly Erbil Advertisment